1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Girtîgeha Mêrdînê peyama ‘bibiryarbûnê’
Li Girtîgeha Mêrdînê peyama ‘bibiryarbûnê’,li,girtîgeha,mêrdînê,peyama,bibiryarbûnê

Li Girtîgeha Mêrdînê peyama ‘bibiryarbûnê’

A+ A-

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dimînin bi nameya şandin de diyar kirin ku 6 girtî 36 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger de ne. Di nameyê de hate gotin ku girtî gelek bi moral, coş û vîn in û wiha hate gotin: "Meşaleya me bi çoş hilgirtî her roj bi hêvî û heycanekî mezin em dê hilbigirin û ev yekê şênber bûye.”

Çalakiya girtiyên PKK û PAJK’î ya greva biçîbûnê ya bêdem û dorveneger a ku di 12’ê îlonê de hate dest pêkirin her roj bi tevlîbûna girtiyan berdewam dike. Girtiyên li Girtîgeha Tipa E ya Mêrdînê bi nameya şandin diyar kirin ku 6 girt 36 rojin di çalakiya greva biçîbûnê ya bêdem û dorveneger de ne. Girtiyan di nameya xwe de bilêv kirin ku ew gelek bi coş, bi vîn û bi heycan in û wiha gotin: “Meşaleya me bi çoş hilgirtî her roj bi hêvî û heycanekî mezin em dê hilbigirin û ev yekê şênber bûye.” Di nameyê de hate destnîşankirin ku ewil 3 girtiyên jin û pişt re bi tevlîbûna hin girtiyên din ên jin bi giştî 10 girtiyên jin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Navên girtiyên 36 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de ne ev in:

Firat Arzli: Ez di sala 1970’an de li Amedê hatim dinê û 20 salin di girtîgehê de me. 2 daxwazên gelê me yên şênber her tim di rojeva tevgera me de ne. Niha dem dema encam girtinê ye.

Cumhur Karuman: Ez di sala 1985’an de li Colemêrgê hatim dinê û 16 mehin ez di girtîgehê de me. Serokatiya me ji bo gelê kurd tê çi wateyê ji roja komployê heta niha bi zîndî ev hate nîşandan. Gelê kurd li her qada lê dijî rabû ser piyan û bi dehan rêhevalên me şehîd ketin. Çi bibe bila bibe ev meş heta Serokatiya me azad dibe dê berdewam bike.

Musa Aslan: Ez di sala 1992’an de li Mêrsînê hatim dinê û 17 mehin di girtîgehê de me. Li vî welatî tenê ji bo kurdan pirsgirêkan naderxin. Ji gelên tirk û ereban re jî pêvajoyên dijwar tên jiyîn. Ji ber vê yekê divê hemû kes ji bi çareseriyê seferber bibin.

Mehmet Yavuzel: Ez di sala1993’yan de li Pirsusê hatim dinê û 7 mehim di girtîgehê de me. Hikûmeta AKP’ê her ti bi polîtîkayên înkarê bersiva serokatiya me da. Li hemberî hemû pêkanînên dimirovahî me dest bi çalakiyê kir.

M. Emîn Gezer: Ez di sala 1985’an deli navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hatim dinê û 3 sal û 6 mehim di girtîgehê de me. Heta daxwazên me tên bi cîh em dê meşa xwe berdewam bikim.

Hîrîş Menberî: Ez di sala 1987’an de li bajarê Sîne yê Îranê hatim dinê û 6 mehin di girtîgehê de me. Berxwedana me incax bi qebûlkirina daxwazên ben qebûlkirin dê bi dawî bibe.

Her wiha di nameyê de wiha hate gotin: "Em slavên xwe li gelê xwe yê welat parêz ê kul i ber girtîgehê bi çalakiyan piştgiriyê didin me dikin.”

(bd/mae)