1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Girê Spî jiyana komînal, 15 komîn hatin avakirin
Li Girê Spî jiyana komînal, 15 komîn hatin avakirin,li,girê,spî,jiyana,komînal,15,komîn,hatin,avakirin

Li Girê Spî jiyana komînal, 15 komîn hatin avakirin

A+ A-

Şîlan Mihemed

GIRÊ SPÎ- Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Rêxistina Yekîtiya Star ji dema rizgarkirina Girê Spî ve 15 komîn ava kirin. Xebata vekirina komînan didome.

Piştî rizgarkirina bajarê Girê Spî ji çeteyên DAIŞ’ê, TEV-DEM û Yekîtiya Star di 23’ê Cotmehê de li bajar dest bi xebatên avakirina jiyana komînal û ya xweser kirin. Di gava yekemîn de li bajar komîn û meclîsên tax û gundan hatin vekirin. Ji wê demê ve, TEV-DEM’ê 8 komîn vekirin û di nav de 149 kes birêxistin kirin.

TEV-DEM’ê li bajar û gundan jiyan veguherand komînaliyê

Li gundên Girê Spî, komîna gundê Til Findir (15 endam), komîna gundê Til Xedir (17 endam), komîna gundê Yabisê (19 endam), komîna gundê Tinûzê (33 endam), komîna gundê Sûsik (20 endam), komîna gundê Sikeriyê (5 endam) hatin vekirin û li bajar komîna taxa El-Cisir (21 endam) û komîna taxa El-Lêl (19 endm) hene.

Di çaroçoveya rêxistina van komînan de, komîteyên lihevanîn, parastin û xizmetguzariyê hatin avakirin.

Yekîtiya Star jinên ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, bi rêxistin kirin

Ji bo rêxistin kirin jinên Herêmê ku ji hovîtiya salekê ya DAIŞ’ê rizgar bûne, Rêxistina Yekîtiya Star dest bi rêxistinkirina jinan di nav komînan de kir. Rêxistinê li bajar û gundên wî 7 komînên jinan ên xweser ava kirin û 126 jin di nav de birêxistin kirin.

Yekîtiya Star li gundên Girê Spî, komîna gundê Tenûzê, komîna gundê Sûsik, komîna gundê Til Xidir, komîna gundê Til Findir, komîna gundê Yabsê vekirin. Di nav bajar de jî komîna taxa Şehîd Hogir, komîna taxa El-Şelal ava kir. Di her komînek ji van de 18 jin hatin rêxistinkirin.

Tevgera Civaka Demokratîk û Yekîtiya Star li herêma Girê Spî xebata avakirina komînan didomînin.

(xê/ne)

ANHA