1. Hemû Nûçe

  2. Çapamenî

  3. Li gor Pravdayê kurd û Sûrî
Li gor Pravdayê kurd û Sûrî,li,gor,pravdayê,kurd,û,sûrî

Li gor Pravdayê kurd û Sûrî

A+ A-

MOSKOW - Rojnameya navdar a rûs Pravdayê serhildanên gel ên li Sûrî nirxand û nivîsand ku dahatûya Şamê di destê kurdan de ye. Rojnameyê ragihand ku yekîneyên taybet jî di nav de rêveberiya Şamê gelek hêzên leşkerî veguhestiye herêma kurd. Pisporê Rojhilta Navîn, Sergey Demidenko diyar kir ku heke eşîretên durzî û kurdan jî serî hildan, dê rejîma Esad hilweşe. Her wiha di nûçeyê de tê diyarkirin ku dibe artêşa Sûriyeyê wekî ya Misirê li hemberî xwepêşandanên gel bêdeng bimîne.

YEKÎNEYÊN LEŞKERÎ BER BI HERÊMÊN KURDAN VE VEDIGUHÊZIN

Rojnameya Pravda ya ku di sala 1912’ê wek rojnameya karkeran dest bi weşanê kir cih dide vê yekê : “Bûyerên di 15’ê Adarê de li Sûriyeyê dest pê kirine, weke senaryoyek xirab pêş dikevin. Li gelek bajaran bi hezaran muxalîf xwepêşandan li dar dixin. Bi taybet li bajarê başûrê welêt bi leşkeran re pevçûn çêbûn. Li gor muxalîfan nêzî 100 mirî hene. Rêvberiya Şamê muxalîfan bi Îslamparêziyê sucdar dike. Beşar Esad li aliyekî soza reformê da û li aliyê din jî leşkeran vediguhêze herêmên Kurdan.”

KURD DÊ LI CEM TEVGERÊN ŞOREŞGER CIHÊ XWE BIGIRIN

Nûçeya ku bi îmzeya Sergey Palmasov hatiye weşandin, cih dide nêrîna redaktorê Rojnameya Ozgur Kurdistan a li Moskovayê weşanê dike Îshxan Mîroyev jî. Nêrîna Mîroyev wiha ye: "Kurd bi rêveberiya Suriyeyê re li hev nayên. Lewra, polîtîkayên Beşar Esad yên van demên dawiyê li ser kurdan dide meşandin, ji polîtîkayên Sedam cuda nînin. Dîktarorên ereb, ji gelên xwe zêde li ser kurdan pêkutî dan meşandin. Her çiqas Esad li ser gelê xwe pêkutiyan dimeşîne jî zêdetirê li ser kurdan pêkutiyên xwe zêde dike. Li ser serê kurdan wekî tîranekê ye. Ji bo kurdan biçewisîne, leşkerên xwe şanidiyê herema kurd lê dijîn. Li Îranê her çiqas hin mafên biçûk yên kurdan hebîn jî li Suriyeyê nêzî 400 hezar kurd bêyî ji tu mafan sûd bigirin, dijîn. Li wê derê 3 milyon kurd dijîn. Rewşa van ji yên din baştir nîne. Raperîna ereban ya piştî metîngeriya fransiyan, niha ji bo kurdan dibe sedema kêfxweşiyê. Kurd, wê li cem tevgerên şoreşger yên ereban cihê xwe bigirin. Hestên welatparêz yên kurdan pêşketîne ew bêdeng namînin. Ev dibe ku ji bo Esad bibe pirsgirêk. Hikûmeta Esad li herema kurdan li ser derziyeyê. Lê ev rewş jî dûr û dirêj dom nake."

DURZÎ JÎ DÊ BI KURDAN RE SERÎ HILDIN

Rojname cîh dide Pisporê Rojhilata Navîn yê ji Navenda Stratejî û Analîzê Sergey Demîdenko jî. Demîdenko balê dikişîne ku dibe durziyên li Suriyê dijîn jî li cem kurdan cihê xwe bigirin û wiha pêde diçe: "Li herema kurdan ya li Suriyeyê di salên 2003-2004'an de hin çalakiyên bi çekan pêk hatin. Wê demê raperîna kurdan hate çewisandin. Lê eger kurd niha serî hildin, ev ji bo Esed dê gelek xerab be. Divê neyê ji bîrkirin ku kurd li hemû bajarên mezin yên Suriyeyê belav bûne. Dibe ku ew bibin bela serê Esad. Wê demê Esad dê neçarî hêzên xwe bitehisîne bakûr û bi kurdan re bikeve nava şer. Birayên kurdan yên li Iraq û Tirkiyeyê jî dê piştgiriyê bidin kurdên vê derê. Di heman demê de eşîrên durzî jî dê piştgirî bidin kurdan. Lewra mafên wan jî tên binpêkirin. Her çiqas erebî diaxivin jî ew ne ereb in."

KURD Û DURZÎ BIBIN YEK ESAD DÊ BIKEVE

Demîdenko wiha didomîne: "Li gori hin etnografan durzî ji arametslerên ereb û kurd tên. Her wiha ew baweriyê bi ola durzî tînin. Hinek jî wan nêzî şîiyan dibînin, lê erebên sunî wan wekî misilmanan nabînin. Li hemberî wan hin polîtîkayên sosret dimeşînin. Ji herema wan ya Cemal Durzê re gelek kêm razemenî tê kirin û ew pav ve hatine hiştin. Her wiha rastî cudakariyê jî tên. Li gorî hin kesan dibe ku ew li cem bedeviyan jî cih bigirin. Lê hêzên taybet yên Suriyê ditirsin ku, li cem Îsraîlê cih bigirin. Loma li welat nerehetî gelek mezin e. Her wiha şansê Esad li gorî Qedafî, kêmtir e. Ji ber ku Raperînên Durziyan yên 1925-1927'an gelek tesîr dabûn nîşandan û biçek mabû dawî li metîngeriya fransizan bînin. Eger kurd û durzî bibin, yek dawiya Esad gelek nêze."


Bêjeyên Miftehî