1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Li dijî arsimê ava hinarê
Li dijî arsimê ava hinarê,li,hember,arsimê,ava,hinarê

Li dijî arsimê ava hinarê

A+ A-

10:11 02.10.2013 1 / 4 EDENE (DÎHA) - Firoşkarê ava fêkiyan yê bi navê Aydin Tekîn diyar kir ku bi destpêka sermayê re di firotina ava porteqalan de kêmayî çêbûye û welatî bi piranî ji ber harsimê ava hinara vedixwin.

Herêma Çukurovayê di hilberîna ava hinarande di rêza yekemîn de cih digire. Ji ber wê yekê li gelek cîhên Edeneyê firoşkarê ava fêkiyan cîh digire. Welatiyê bi navê Aydin Tekîn li Parqa Înonuya navçeya Seyhana Edeneyê di bufeya ku ava fêkiyan difiroşe de dixebiti. Tekîn diyar kir ku ji ber 3 mehan parq hat nû kirin mexdûr bûbû û betal mabû.

Tekîn, da zanîn ku bi destpêka sermayê û nêzîkbûna zivistanê re gel ji ava porteqalan bêhtir ava hinaran dipejrîne û gel bêhtir arasteyî ava hinaran bûye bi berdewanî ya sarbûna hewayê bihayê ava porteqalan wê bi keve 1 TL yî. Tekîn, destnîşan kir ku gel van dema bêhtir ava hinaran daxwaz dike û wiha got: "Sedema arastebûna ava hinaran harsime (arsim), ava hinaran mirovan ji harsimê di parêze her çendî bi 2 TL yî bê firotin jî disa gel ava hinarê di pejirîne. Gel havîna ava porteqalan dipejrîne herî zêde ava porteqalan tê firotin. Havîna bihayê ava porteqalan 1.5 TL yî zivistanan jî dikeve 1 TL yî kêm dibe." Têkîn anî ziman ku zêdebûna bihaya hinar û porteqalan girêdayê nirxê porteqal û hinaran in û wiha got: "Dema em fêkiyan giran bistînin em neçar dimîne ku ava fêkiyan jî buha bifiroşin. Ger em erzan bigirin wê demê emê erzan bifiroşin. Carnan kiryar gilî û gazincan dikin."

(my/mae)


Bêjeyên Miftehî