1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Li hemberî aktîvbûna parlamentoyê PDK astenge'
'Li hemberî aktîvbûna parlamentoyê PDK astenge',li,hemberî,aktîvbûna,parlamentoyê,pdk,astenge

'Li hemberî aktîvbûna parlamentoyê PDK astenge'

Tevgera Azadî û Hizba Komonîst diyar kirin ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li hember bêaktîvkirina parlamentoya Herêma Kurdistanê berpirsyare û li hemberî aktîvbûna wê astengine

A+ A-

HÛŞMEND KURDÎ / GERMIYAN Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji 12'ê Cotmehê ve ji ber kirîza serokatiya Herêma Kurdistanê ku ji 19'ê Tebaxa haman salê ve ligorî yasayê demê wî xilas bûye hatiye bê aktîvkirin. Ji destpêkê ve bêaktîvkirina parlamentoya Herêma Kurdistanê rastî nerazîbûnên partî û aliyên siyasî hat. ‘Bêaktîvkirina parlamentoyê ji nebûna zihniyetek demokratîk û desthilatdariya yek alî ye’ Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya herêma Germiyan Yusra Receb têkîldarî bêaktîvkirina parlamentoya Herêma Kurdistanê ji ajansa me re wiha anî ziman; "Çend meh in parlamentoya Herêma Kurdistanê hatiye bêaktîvkirin. Parlamento rewatirîn û girîngtirîn dezgeha hikûmetê ye. Sedemê bêaktîvkirina parlamentoyê koka xwe ji nebûna zihniyetek demokratîk û desthilatdariya yek alî digire. Herwiha desthiladariya eşîretekê ye, li cihê pêk anîna demokrasiyê û dezgehekî rewa ya dengê gel, ev yek kiriye" Yusra Receb di berdewama axaftina xwe de wiha destnîşan kir; "Sedemek din ya bêaktîvkirina parlamentoyê astengiyên Partiya Demokrata Kurdistanê ye. Ji bo dema serokatiya Barzanî dirêj bikine. Ev jî karekî neyasayî ye. Karekî ji aqil dûre û wateya wê şikandina parlamentoyê ye. Parlamento bi dengê xelkê pêk hatiye. Qet mafê partiyekê nîne hewildana bêaktîvkirina wê bide, ji derveyî xelkê. Astengiya li hemberî serokê parlamentoyê nayê pejirandin. Tenê xelk dikare baweriyê jê werbigre. Ew jî di rewşekî mezin de dibe. Nabe xelk li hemberî şandina nûnerên gel a ji mal bêdeng bin." Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya herêma Germiyan Yusra Receb diyar kir hemû pirsgirêk û krîzên hene di asta berjewendiyên takekesî û hizbî de ne û got ku baca wê jî tenê xelk dide.

Herwiha Rêveberê Komîteya Germiyan ya Hizba Şîû (Komonîst) a Kurdistanê Edîb Hisên jî li ser heman mijarê wiha destnîşan kir; "Sedemê bêaktîvbûna parlamentoyê ji derveyî bêencambûna civîna her pênc partiyan, her alî xwest gel milê xwe ve bikêşe. Ji aliyê din ve jî destê ji derve yên weke Tirkiye û Îranê di neaktîvkirina parlamentoyê de heye. Zext li Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û YNK'ê kirine. Niha jî ji ber pirsgirêka berçavan a di navbera PDK'ê û Tevgera Goran de û bêdengbûna partiyên Başûrê Kurdistanê rewş hîn zêdetir kûrtir bûye. Derdikeve holê ku PDK li hemberî aktîvkirina parlamentoyê astenge." (ab)