1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li hemberî êrîşan hemû jiyanê parve dikin
Li hemberî êrîşan hemû jiyanê parve dikin,li,hemberî,êrîşan,hemû,jiyanê,parve,dikin

Li hemberî êrîşan hemû jiyanê parve dikin

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Li hemberî qedexe û êrîşên polîsan gelê Cizîrê li mal, kolan û taxan xwarin, vexwarin û hemû jiyanê bi hevre parve dikin. Dayika Cizîrî Nehiyet Afşar da zanîn ku ev 6 mal bi hev re dijîn û got "Em li ser pişta hev jî rûnên emê bi hev re bin."

Her çend li navçeya Şirnexê Cizîrê, qedexeya derketina kolanan û êrîşên polîsan gihiştibin asta herî bilind jî qedexe û êrîş dibe sedem ku hevgirtina gel jî xurttir bibe. Gel li hemberî êrîşan li kolan û malên xwe yekîtiya xwe çêdikin û bi hev re bi awayeke komîn dijîn. Gelê Silopî li taxan bi hev re xwarinê çêdike û bi awayek kom erzaq û xwarina xwe bi hev re parvedike. Di dema berxwedanê de jî li gel bilindbûna dengê top û çekan, gel li kolanan bi hev re çay çêdikin, agir vêdixin, bi dirûşme, govend û stranan berxwedanê bilind dikin.

Yek ji dayikan Nehiyet Afşar a ku bi hevalên xwe yên taxê re xwarin çêdike, diyar kir ku çardorên Cizîrê bi tang û topan hatiye dorpêçkirin û wiha got: "Me gulebaran dikin, topan diavêjin malên me, lê li hemberî van êrîşên polîsan em bi hev re li berxwe didin. Bi şev û roj em li berxwe didin, heta dilopek xwîna me hebe emê li berxwe bidin û serê xwe netewînin."

'Em li ser pişta hev jî rûnên emê bi hev re bin'

Afşar anî ziman ku ew 6 mal bi hev re dijîn û wiha pêde çû: "Av û ceyranê li ser me qut dikin, lê me ji bo 3 mehan xwarin û pêwîstiyên xwe amede kirine. Eger em li ser pişta hev jî rûnên emê bi hev re li berxwe bidin."

(bî/sy)