1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Li Herêma Kurdistanê valehiyek yasayî û destûrî heye'
'Li Herêma Kurdistanê valehiyek yasayî û destûrî heye',li,herêma,kurdistanê,valehiyek,yasayî,û,destûrî,heye

'Li Herêma Kurdistanê valehiyek yasayî û destûrî heye'

A+ A-

MIHEMED HESEN/ROJNEWS

Çalakvanên sivîl, rojnamevan û ciwanên qezaya Ranya di derbarê civînên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, qeyrana aborî û siyasî ya ku li Herêma Kurdistanê rû daye ji RojNewsê re axivîn û gotin: "Civînên aliyên siyasî qet negihane encamekê. Tenê ji bo civînekî din zemîn amade dikin."

Li Herêma Kurdistanê nêzî 3 mehane qeyrana serokatiya Herêma Kurdistanê û ya aborî heye. Li ser vê yekê ciwan, rojnamevan û çalakvanên sivîl yên Ranyayê di derbarê mijarê de ji kamareyên me re axivin. Ciwanê bi navê Hemdî Ehmed di derbarê mijara serokatiya Herêma Kurdistanê û koçberbûna ciwanan de wiha got: "Yek ji sedemên sereke ya koçberbûna ciwanan mijara serokatiya Herêma Kurdistanê, qeyrana bê meaşî û kêm xizmetkirina li Herêma Kurdistanê ye. Di civînên di navbera her 5 aliyên de pêktên de ta niha negihane ti encamekê û lihevkirin pêknehatine."

Hemdî Ehmed di dewama axaftina xwe de wiha ragihand: "Ez daxwazê ji Mesûd Barzanî dikim ku dest ji serokatiya Herêma Kurdistanê berde. Ji ber ku bûye sedemê hemû qeyranên li Herêma Kurdistanê hene. Ji ber vê yekê jî ji bo wî bi xwe jî başe dest jêberde." 'Mijara serokatiyê qeyranekî mezin dirûst kir'

Xwendevanê zanîngehê Piştîwan Hesen diyar kir ku mijara serokatiya Herêma Kurdistanê qeyranekî mezin dirûst kiriye û wiha got: "Li Herêma Kurdistanê hemû qeyranek li ser hev kom bûne. Daxwaz ji aliyê siyasî dikim ku êdî gel ji bo xwe nekin sûtemenî. herweha daxwaz dikim ku mijara serokatiya Herêma Kurdistanê bi rêya yasayî, dûr li hemû gefên navxweyî û dû rêveberiyan bê çareser kirin. Pêwîste ku civîna roja yeksemê jî vê pirsgirêkê çareser bike û xelkê Kurdistanê ji vê rewşê rizgar bike."

Herwiha çalakvanê sivîl Îsmet Şawirî derbarê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê de wiha got: "Li gorî yasaya parlamentoya Herêma Kurdistanê demê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi dawî bûye. Bi hiç yasayekê nikare li ser kar bimîne. sedemê vê qeyrana niha gelê Başûrê Kurdistanê rast hatiye jî Birêz Mesûd Barzanî ye ku nikare bi jîrane nêzî rewşa siyasî û aborî bibe."

'Bila hizb destê xwe danin li ser wijdana xwe' Îsmet balkişand li ser çareseriya qeyranê jî û wiha pêde çû: "Ji bo derbazbûna vê qeyranê baştirîn çareserî gerana parlamentoyê ye, bi mercê ku parlamen dengê gel be ne yê hizban be. Bila ev hizbane wijdana xwe bi kar bînin ku dibînin êdî ciwan bê hêvî bûne ji welatê xwe. Ji ber vê yekê ji welatên xwe koçber dibe. Bila rê li pêşiya van koçberbûna bê girtin."

'Li Herêma Kurdistanê valehiyek yasayî û destûrî heye'

Rojnamevan Adem Awdel jî li ser qeyrana heye dîtinên xwe anî ziman û wiha axivî: "Di nava 24 salên desthildariya Kurdî de li Başûrê Kurdistanê ew qasa ku li ser xwe ferz kirinê û berîka xwe dagirtinê di hizirin ewqas li ser sîstema rêveberina wî welatî nehizrîne. Ji ber vê yekê rewşekî bi vî rengî asayî ye û di hat payîn."

Adem Awdel diyar kir ku niha li Herêma Kurdistanê valehiyek yasayî û destûrî heye, Adem axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di serî partiyên bawerî bi yek nebûn û niha jî partiyan û alîgirên partiyan bawerî bi yek nîne. Ev civînên ku tên li darxistin jî tenê zemîneke ji bo civekî din, civîna tê jî qet keyfxweşiyekê nade. Di yasaya sala 2005'an de hatiye diyar kirin ku parlamentoya Herêma Kurdistanê tekane merce ji bo çareserkirina li hevkirinên li vî welatî. Lê mixabin tenê li ser qaxezekê hatiye nivîsandindin û qet giringiyekî xwe nîne." (ab)