1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Herêma Kurdistanê çi dibe?
Li Herêma Kurdistanê çi dibe?,li,herêma,kurdistanê,çi,dibe

Li Herêma Kurdistanê çi dibe?

A+ A-

Li gel krîza li Silêmanî ya ku berdewam dike, her ku diçe krîza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê jî kûrtir dibe.

Demek dirêj e tê angaştin ku wê Berhem Salih dest ji karê Serokwezaretê bikişîne û hat diyarkirin ku wê endamê Polîtbûroya YNK’ê Endan Muftî bibe serokwezîr û wê Salih jî bibe alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Berham Salih ji beriya niha rexneyên balkêş li PDK û YNK’ê kiribû. Salih nameyek ji Serokkomarê Iraqê û Sekreterê YNK’ê Celal Telebanî re nivîsand û diyar kir ku YNK li hemberî bûyerên li herêmê diqewimin nekariye tiştek bike û got ku ji bo nûkirina YNK’ê “Amade me ku ji rêveberiya niha ya YNK’ê vebikişim.”

Pitşî Salih, vê carê jî behsa dest ji kişandina Kusret Resûl jî tê kirin. Hat angaştin ku Cîgirê Serokê YNK’ê Kosret Resûl dixwaze îstîfa bike.

Ji beriya niha jî, rayedarê polîtbûroya YNK’ê Mele Bextiyar ragihandibû ku pêwîst e Talebanî pişta xwe tenê bi şoreşê germ neke û divê haya wî ji wê yekê hebe ku di dîrokê de navê wî neçê rêza şoreşgerên wek Kastro û wek dîktator neyê binavkirin.

Dîsa di heman nûçeyê de tê gotin ku, piştî ku Berhem Salih dest ji erkê Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK û endamtiya Polîtbûroya YNKê berda, divê bi temamî dest ji YNK’ê bernede. Ji bo ku YNK bi temam hilneweşe. Li gorî nûçeya kovarê ya ku dispêre çavkaniyên YNK’ê Salih vê pêşniyarê qebûl kiriye û diyar kiriye ku ew ê heta demekî wek endamekî normal ê plotburoya YNK’ê bimîne.

Kovara Livîn a li Başûrê Kurdistanê weşanê dike, ragihand ku wê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih dest ji kar bikişîne. Li gor nûçeyê, wê Endamê Polîtbûroya YNK’ê Endanan Muftî bibe serokwezîr û wê Salih bibe alîkarê Serokê Hêrêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.

Piştî vê nûçeyê, Endamê Polîtbûroya YNK’ê Seedî Pîre daxuyaniyek da û îdîayaên ku dibêjin wê Salih îstîfa bike derewand. Lê Pîre di axaftina xwe de got; “Ji xwe cîgirtiya Serokatiya Herêma Kurdistanê yê YNK’ê ye. Ger pirsgirêk hebe, em ê bi PDK’ê re hevdîtin pêk bînin. Jixwe namzetê me diyar e, Kosret Resûl Elî ye.”

XWEPÊŞANDAN BERDEWAM DIKIN

Xwepêşandanên ji 17’ê Sibatê ve li Silêmanî li hemberî bêdadî û gendeliyê dest pê kiribûn, berdewam dikin. Hikûmet li hemberî daxwazên gel bêdeng dimîne, hêzên ewlekarî êrişê xwepêşandêran dike û heta niha herî kêm 10kes jiyana xwe ji dest dane. Ji ber vê jî tê xwestin ku hikûmeta Kurd îstîfa bike. pispor diyar dikin ku heta niha Herêma Kurdistanê wek “Cihê bi ewle” dihat zanîn, lê bji ber van xwepêşandanan dibe vê yekê winda bike.”

Herêma Kurdistanê heta niha bi ewletirîn cihê veberhênanê tê zanîn. Zincîre otelên navnetewî yên Iraqê tenê li Hewlêrê ne. Her zêde avahî û înşeat li Hewlêrê tên çêkirin.

DI HEFTEYEKÊ DE ZÊDIRÊ 300 BINÇAVKIRIN

Li aliyekê avahiyên weke çiyayan bilind dibe, li aliyê din jî di navbera debara gelê Herêmê de gelek cûdahî heye. Rêjeya bêkariyê bilind û gendelî li asta herî jor e. Ya ku berê gel da kolanan, nêzîkatiyên herdu partiyên siyasî yên ku xwe qet naguherînin bû.

Di hefteya borî de herî kêm 100 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin birîndarkirin û ji roja înê heta niha, herî kêm 300 kes hatine binçavkirin.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî