1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li herêmê derebe nehatin vekirin
Li herêmê derebe nehatin vekirin,li,herêmê,derebe,nehatin,vekirin

Li herêmê derebe nehatin vekirin

A+ A-

Li herêmê ev demeke dirêj e ji ber astengkirina hevdîtinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, operasyonên leşkerî û siyasî çalakiyên şermezarkirinê bênavber berdewam dike, îro jî esnafan ji bo 24 canezeyên ku li Meletiyê tên rawestandin derebeyên xwe venekirin. Li Amed, Mêrdîn, Şirnex û navçeyan piraniya esnafan derebe venekirin û paçên reş li gelek deran hatin daliqandin. Li gelek bajar û navçeyan jî dê saetên nîvro de meş, daxuyanî û çalakiyên rûniştinê hene.

AMED

Li Amedê esnafan ji bo cenazeyên ku li Meletiyê têne rawestandin û tê îdiakirin aydî HPG'iyan e derese venekirin. Li navçeyên Sûr, Rezan, Peyas û Yenîşehîrê ji bilî ezexane û firinan derebe nehatin vekirin. Xwendekar jî boykot kirin û neçûn dersxaneyan. Li semta navendî Ofîsê gelek kargehan derebe venekirin û kolan jî vala bûn. Otobusên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî derneketin seferê. Li avahiya BDP'ê ya Amedê paçeke reş hate daliqandin. Li bajar gelek cade û kolan vala ne. Li bajarê ku atmosfereke aloz heye dê ûro saet di 13.00'an de li ser Komeleya Welatiyên Azad a 5'ê Nîsanê meş bê li darxistin.

FARQÎN

Li navçeya Farqînê ya Amedê ji bilî firin û ezexaneyan piraniya esnafan derebe venekirin. Li navçeyê bêdengiyeke mezin heye û li avahiya BDP'ê jî paçeke reş hate daliqandin. Li navçeyê saet di 14.00'an de dê meş bê lidarxistin.

BISMÎL

Li navçeya Bismîlê ya Amedê jî piraniya esnafan derebe venekirin. Li navçeyê tenê firin û ezexane vekirîne û xwendekaran jî dersxane boykot kirin. Li navçeyê saet di 14.00'an de li ser avahiyê BDP'ê meş bê destpêkirin.

ERXENÎ

Li navçeya Erxeniyê ya Amedê jî esnafan derebe venekirin. Li Erxeniyê jî tenê firin û ezexane vekirîne û xwendekar jî neçûn dersxaneyan. Li navçeyê saet di 14.00'an de meşeke girseyî dê bê lidarxistin û meş dê li ber avahiye BDP'ê dest pê bike.

HEZRO

Li navçeya Hezroya Amedê jî piraniya esnafan derebe venekirin. Li avahiya BDP'ê ya Hezroyê paçeke reş hate daliqandin. Li navçeyê tenê firin û ezexane vekirîne.

HEZEX

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê esnafan ji bo 24 zanezeyên li Meletiyê tenê rawestand derebe venekirin. Tenê ezexaneyên nobedar û firin vekirîne. Li navçeyê bêdengiyeke mezin heye. Li navçeyê şîn heye û li avahiya BDP'ê jî paçê reş hate daliqandin.

MÊRDÎN

Li Mêrdîn û navçeyan jî esnafan derebe venekirin. Li Dêrîk, Şemrex, Nisêbîn, Mîdyad û Qoserê firin jî nevekirî ne. Tenê ezexaneyên nobedar vekirîne. Li Mêrdîn, Nisêbîn, Dêrîk, Qoser, Şemrex û Stewrê saet di 13.00'an de meş û çalakiyên rûniştinê dê bê lidarxistin. DÎHA