1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Hesekê û Serê Kaniyê 23 kes hatin girtin
Li Hesekê û Serê Kaniyê 23 kes hatin girtin,li,hesekê,û,serê,kaniyê,23,kes,hatin,girtin

Li Hesekê û Serê Kaniyê 23 kes hatin girtin

A+ A-

Her çendî di gotinê de “rewşa awerte” ya li Sûriyeyê rabûye jî û qedexeya li ser xwepêşandanan rabûye, lê binçavkirin û girtinên li gelemperiya welêt her ku diçin zêdetir dibin. Hat ragihandin ku li herêma Hesekê 20 çalakvan û li Serê Kaniyê jî 3 kes hatin girtin.

Hat ragihandin ku li Hesekê 20 kes hatin girtin û li Serê Kaniyê jî 3 ciwanên Kurd ên bi navên Hozan Girkundî, Bedran Şerîf Misto û Mesûd Mehmûd Emo bi hinceta beşdarî xwepêşandanan bûne ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriyeyê ve hatin girtin. Hat diyarkirin ku 20 kesên li Hesekê hatine girtin veguhestine şaxê ewlekariyê Hesekê.

ANF NEWS AGENCY