1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Li Hewlerê amadekariya çalakiyê tê kirin
Li Hewlerê amadekariya çalakiyê tê kirin,li,hewlerê,amadekariya,çalakiyê,tê,kirin

Li Hewlerê amadekariya çalakiyê tê kirin

A+ A-

HEWLÊR (DÎHA) - Hate zanîn ku komek kesên ji mamoste, parêzer, doktor, rojnamevan û hemwelatiyan pêk tê, bi boneya nelirêtiya hikûmeta Iraqê şermezar bikin ji bo çalakiyan amadekariyê dikin.

Xwepêşandanên li Herêma Federal a Kurdistanê di 17'ê sibatê de li Silêmaniyê dest pê kir û her ku diçe belav dibe. Li gorî agahiyan hat zanîn, komek ku mamosta, xwendevanên zanîngehê, doktor, parêzer, rojnamevan û hemwelatî jî heye, bi boneya nelirêtiyên hikûmeta Iraqê şermezar bikin dê pênçşemê li hewlêrê xwepêşandanê li dar bixin. Xwepêşandan dê li ser bingehê daxwaza mafan bê lidarxistin. Hate zanîn ku koma amadekariya pêşandanê dikin, li Hewlêrê destûr xwestine, lê heya niha bersivek nehatiye dayîn. Li bendê ye ku koma rewşenbiran pênçşemê li Hewlêrê li ber derê Parqa Şanedar çalakiyê pêk bînin.

(îk/mae)