1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Hezexê amadekariya rêveberiya awarte
Li Hezexê amadekariya rêveberiya awarte,li,hezexê,amadekariya,rêveberiya,awarte

Li Hezexê amadekariya rêveberiya awarte

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê beriya ku rêveberiya awarte bê îlankirin ji mamosteyan re peyamên ku ji bo terikandina navçeyê hatibû şandin, niha jî ji aliyê MEB'ê ve ji mamosteyên Hezexê re hate şandin. Di peyamê de tê xwestin ku mamoste tevli semînera di 8-12'ê sibatê de dê li Stenbolê pêk bê bibin.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê ev meheke zêdetir e di bin dorpêçê de ye û sewqiyata leşkerî tê kirin dewlet amadekariya îlankirina rêveberiya awarte dike. Li navçeya Cizîrê beriya ku rêveberiya awarte bê îlankirin ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve ji bo navçeyê biterikînin peyam hatibû şandin niha jî heman peyam ji mamosteyên li Hezexê re tê şandin.

Di peyama ku ji mamosteyan re hatiye şandin de tê gotin ku tevli semînera di 8-12'ê sibatê de li Stenbolê pêk bê bibin.

Di nava hefteyê de gelek sewqiyat hatibû kirin û gelek dibistanên navçeyê jî ji niha ve wekî biryargeh tên bikaranîn.

(sa)