1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Iraqê operasyona mezin: 40 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin
Li Iraqê operasyona mezin: 40 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin,li,iraqê,operasyona,mezin,40,çeteyên,daiş,ê,hatin,girtin

Li Iraqê operasyona mezin: 40 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin

Li wîlayetên Bexda û Diyala yên Iraqê, di operasyonek li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de 40 çete hatin girtin

A+ A-

BEXDA - ANF Li wîlayetên Bexda û Diyala yên Iraqê, di operasyonek li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de 40 çete hatin girtin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya Îstîxbarata Iraqê de hat ragihandin, ku li hemberî çeteyan operasyoneke berfireh hatiye lidarxistin.

Di operasyona ku yekîneyên îstîxbaratê bi hevkariya bi hêzên ewlekariyê yên li Bexda û Diyalayê pêk anîn e de, hat ragihandin ku 40 çeteyên DAIŞ'ê hatine girtin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hat ragihandin ku li Diyalayê ti bajarê ji aliyê çeteyan ve hatiye dagirkirin nîne û hat destnîşankirin, ku tespît bûye DAIŞ'ê endamên xwe ji herêmên din sewq kiriye û plan kiriye ku çalakiyên bombeyî pêk bîne.

Îstîxbaratê da zanîn ku di operasyona dawî de 40 endamên çeteya DAIŞ'ê yên di meha Adarê de çalakiyên êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî organîze kiribûn hatine girtin û ev operasyon dewama ya beriya niha ye.

Operasyona dawî heman piştî destpêkirina operasyona artêşa Iraqê ya ji bo derxistina çeteyan ji bajarê Ramadî, pêk hat.