1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Li Iraqê qanûna zewicandina zarokên keç yên 9 salî
Li Iraqê qanûna zewicandina zarokên keç yên 9 salî,li,iraqê,qanûna,zewicandina,zarokên,keç,yên,9,salî

Li Iraqê qanûna zewicandina zarokên keç yên 9 salî

A+ A-

ANF / Pêşnûmeyeke ku desturê dide ku zarokên keç ên 9 salî bên berdan pêşkêşî parlamentoya Iraqê hat kirin. Pêşnûmeya li gorî kevneşopiyên Şîiyan hat sazkirin rastî nîqaşan hatin.

Pêşnûmeya ku ji aliyê wezareta Dadê ya Iraqê ve hat pêşniyar kirin meha borî ji aliyê Lijneya Wezîran ve hat erêkirin. Kanûn dê beriya hilbijartinên 30’ê Nîsanê bê rojeva parlamentoyê.

Qanûna ku li gorî esasên salnameya Hîcrî hatiye sazkirin der barê pêvajoya destjêberdana keçên ku gihiştine 9 salî de rêbaz tên diyarkirin.

Li gorî nûçeya ku di Deutsche Welle de hatiye weşandin ji bo biryara zewacê bav tê nîşandan.

Li gorî qanûna nû beyî daxwaza jinê mêr dikare bi hevsera xwe re bikeve têkiliya zayendî û ev wek maf tê dîtin. Li gorî pêşnûmeya qanûnî, dema jin ji malê derve divê ji hevserê xwe desturê bigire.

Li Iraqê di rewşa ku malbat desturê bidin de keç dikarin di 15’î de jî bên zewicandin. Lê di qanûna de ev ji bo Şîiyan ne derbasdare.

Îstatîstikên ku hikûmeta Iraqê kirine, derdixe holê ku temenê zewacê her diçe dadikeve. Li gorî lêkolînan zewacên di 2011’an de li Iraqê hatine kirin ji sedî 25 yek di bin temenê 18’î de ye. Ev rêj di 2001’ê de ji sedî 21, di 1997’an de ji sedî 15 hatiye qeydkirin.

Civaka Iraqê jî bertek nîşanê vê dide. Wezîr jî vê pêşnûmeyê diparêze û îdia dike ku ev pêşî li têkiliyên dijrewa digire.

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan xwest hikûmet pêşnûmeyê şûnde bikêşe.