1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Li Japonya xetere derket asta 5'mîn
Li Japonya xetere derket asta 5'mîn,li,japonya,xetere,derket,asta,5,mîn

Li Japonya xetere derket asta 5'mîn

A+ A-

TOKYO - Pêşbaziya li hemberî demê ya li santrala Daîçî Fûkûşîmayê didome. Gava xeteriyê li santralê ji pileya 4'mîn gihîşt pileya 5’mîn. Saziya Enerjiya Atomê ya Navnetewî got; "Welat bi demê re ketiye nava pêşbaziyê." Piştî ku mudaxele bi kêr nehatin, vê carê pêşniyara nixûmandina bi xîz û betonê hate rojevê.

Xeteriya di santranlên nukleerî yên Fûkûşimayê de gihişt pileya 5’mîn, ji bo pêşîlêgirtina radyoaktîfan qebloyên nû hatin kişandin. Heke xebatên cemitandinê bi ser nekevin, dê santral wekî ya Çernobîlê bi betonê were sergirtin.

Duh xeteriya nukleerê ya li Fûkûşîmayê ji asta 4’mîn gihîşt asta 5’emîn. Di qezaya 1979'an de ku li santrala nukleerî ya Three Mile Island ya DYE’yê çêbibû jî dîsa di asta 5'mîn de bû. Pileya xeteriya Çernobîlê jî 7 bû.

Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Navnetewî ( SEAN) Yûkiya Amano diyar kir ku bi qezayek pir cidî re rûbirû ne û tenê Japonya nikare bi ser vê de were. Her wiha piştî xebatên cemidandina santrala nûkleerî bi ser neketin, vê carê sergirtina santralan a bi betonê hat rojevê.

Şîrtketa Ceyranê ya Tokyoyê (TEPKO) a ku santralê dixebitîne cara yekem ev pêşniyar anî rojevê û vê yekê karesata Çernobîlê anî bîra mirovan. Hikûmeta Japon jî diyar kir ku binaxkirina santralan çareya dawî ye û ragihand ku niha hewl didin reaktoran bicemidînin.

DÊ WELAT JI NÛ VE WERE AVAKIRIN

Rayedarên Japon bi hemû hêz û quweta xwe li hemberî karesatan têdikoşin û hewl didin cihên herifîne ji nû ve ava bikin. Li gorî encama ekîba xebata rizgarkirinê ya ji 100 hezar kesî pêk tê, heta niha jimara miriyan bûye 7 hezar, 10 hezar û 300 kes jî winda ne. Rayedarên herêmî diyar dikin ku dibe jimara miriyan du qat bin.

DIVÊ JAPONYA JI NÛ VE WERE AVAKIRIN

Hat diyarkirin ku li cihê tsunami lê xistiye xalên kontrolê hatine danîn û destûr nadin kesên dixwazin biçin cihê malên xwe yên xerabûyî. Herwiha Serokwezîrê Japonyayê Naoto Kan ragihand ku divê Japonya ji nû ve were avakirin.