1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Li Kato Şivanî û mirin!
Li Kato Şivanî û mirin!,li,kato,şivanî,û,mirin

Li Kato Şivanî û mirin!

Şivan mirinê didin ber çavên xwe û li Çiyayê Kato şivaniyê dikin

A+ A-

HAMZA GÜNDÜZ Welatiyên Colemêrgê ku li herêmê debara xwe bi sewalkariyê dikin li gel operasyon û talûkeya kuştinê dîsa neçarin ku şivaniyê bikin. Welatiyên li herêma gundên Lêwin û Qewalê şivaniyê dikin diyar kirin ku ji ber her tim li herêmê operasyonên leşkerî tên meşandin jiyana wan di bin talûkeyê de ye. Welatiyan, anîn ziman ku mirinê didin ber çavan û diçin li çiyayê Katoyê şivaniyê dikin.

Li bajarên herêmê ji ber ku her tim operasyon pêk tên û gelek zozan û mêrg bi hinceta "ewlehiyê" li welatiyan hatine qedexekirin, jiwana welatiyan her tim di bin talûkeyek mezin de ye. Welatiyên li wir şivantî û rençberiyê dikin hem rastî gefên leşkeran tên û hem jî di bir tirsa kuştinê de dijîn. Welatiyên ku berî salên 1990'an li gund diman her sarê malê 150-200 pez xwedî dikirin, lê pişti gundê wan vala bû, neçar man ku koçî metrepolan bikin û sewalên xwe bifiroşin. Welatiyên ku sewalên xwe firotin û li metrepolan bicih bûn, piştî destûra vegera gundan derket, dîsa li gundên xwe vegeriyan û li gundên xwe bi cih bûn. lê niha welatiyên ku li gundê xwe bicih bûne rastî qexe û zextên leşkeran tên. Hem zozan li wan tên qedexekirin û hem jî her roj li herêm awan operasyonên leşkeri pêk tên û di bin gefa leşkeran de dijîn. Welatiyên ku 8 sal berê destûra vegerê girtin, niha di bin siya operasyonên leşkerî û mirinê de dijîn.

Welatiyê bi navê Suleyman Demirel û ciwanê 15 salî Kazim Kaval, ku li herêmê şivaniyê dikin diyar kirin ku her roj li herêmê operasyonên leşkerî pêk tên û leşker kefan li wan dixwe. Kazim Kaval, anî ziman ku ji ber operasyon zêde dibin, nikarin bi hêsanî pezê xwe biçêrînin û nikarin li her derê bigerin û wiha got: "Li herêmê her ku diçe operasyon zêde dibe. Li vir şivantî pir talûke û zahmet e. Li aliyekî operasyonên leşkerî û li aliyê din li vir gur jî zêde ne.

'Bila li van çiyan xwîn nerije'

Welatiyê Gundê Qawalê Mustafa Kaval jî anî ziman ku beriya gund vala bibin her malê 150 sewalên wan hebû, lê piştî gund hatin valakirin welatiyan neçar man ku sewalên xwe bifiroşin û koçî bajaran bikin. Kaval, anî ziman ku welatiyên niha li gundê xwe vegeriyane jî di bin siya o perasyon û çekan de dijîn û jiyana wan di talûkeyê de ye. Kaval, da zanîn ku hem şivan û hem welatî her tim bi tirsa bên kuştin dijîn û jiyana wan di talûkeyê deye. Kaval, destnîşan ki rku gundê wan li kontara çiyayê Kato ye û her tim li çiyayê Kato operasyon pêk tên. Kaval, da zanîn ku ji ber operasyon zêde dibin talûke jî zêde dibe û di bin gefên leşkeriyê de dijîn. Kaval, anî ziman ku ew dixwazin operasyonên leşkerî bi dawî bibin û êdî ciwanên kurd û tirk neyên kuştin.

(mae)


Bêjeyên Miftehî