Li Kerec bi mebesta bi darvekirinê 4 girtî birin hucreyan
NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS
Li Îranê her ku diçe bi darvekirina girtiyan zêde dibe. Di vê çarçoveyê de li Girtîxaneya Navendî ya Kerec ji bo bi darvekirinê 4 girtî birin hucreyên takekesî, niha li benda bi cihanîna cezayê bi darvekirinê ne.
Li gorî agahiyên Komeleya Çalakvanên Mafê Mirov a li Îranê, Çarşema buhrî 4 girtiyên bi navê Îrec Tîrmexiz, Mehdî Eflakî, Sîrûs Çesme û Kuçek Kambîr bi mebesta bi darvekirinê birîne hucreyên takekesî yên Girtîgeha Navendî ya Kerecê.
Roja înê malbata van girtiyan hevdîtina dawî ligel wan pêkanî bû. Her 4 girtî ji ber bazirganîkirina madeyên hişber û bi karanîna madeyên hişber hatine girtin. Heya niha rayedarên peywendîdar der barê dosyeya van her çar girtiyan de ti daxuyanî nedane.
Ji berî du roja girtiyê Kurd ê bi navê Biyûk Muhîcî (40) yê ku ji berî 14 salan bi hînceta kuştîna bi zanabûn hatî girtîn li Girtîgeha Ûrmiyê hatibû bi darve kirin.
Rêxistina Mafê Mirovan a navnetewî ji berî niha bi raporekê gumanên xwe yên der barê zêdebûna cezayê bi darvekirinê ragihandibû. Di raporê hatibû destnîşan kir ku tê payîn ku heya serê salê hejmara kesên li Îranê tên bi darvekirin xwe hezar kesî bide.
Ji ber ku îsal ligorî salên din rêjeya bidarvekirinê ji sedê 25 zêde kiriye.
Ji destpêka salê ve Kurd jî di nav de nêzî 900 kes li Îranê hatine bidarve kirin.
(ab)
