1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Kerkukê teqînên dijwar: 21 mirî, 190 birîndar
Li Kerkukê teqînên dijwar: 21 mirî, 190 birîndar,li,kerkukê,teqînên,dijwar,21,mirî,190,birîndar

Li Kerkukê teqînên dijwar: 21 mirî, 190 birîndar

Li Kerkukê êrîşên bombeyê yên ku buroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kirin hedef pêk hatin. Di encama êrîşê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdetirê 190 kes jî birîndar bûn.

A+ A-

Li Kerkûkê îro di saetên danê sibê de teqînên dijwar pêk hatin û bajar veguherî gola xwînê. Teqînên destpêkê li taxa Rehîmawayê pêk hatin. Hat diyarkirin ku li vir buroyên PDK’ê kirin hedef û di encama êrîşa xwekujî de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, 150 kes jî birîndar bûn.

Piştî teqînên dijwar ên li Rehîmawayê, vê carê li navenda bajêr teqînên dijwar pêk hatin. Dema polîsan xwe amade kir ku ji teqînê biçe Rehîmawayê, li rastî êrîşek din hat û di encamê de 2 polîsan jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku di nava birîndaran de 3 rayedarên PDK’ê jî hene.

Her wiha, li navçeya Xûrmatû ya Kerkûkê jî 3 teqînên cûda pêk hatin û di encamê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn. Guman heye ku hejmara kuştiyan zêdetir bib.e

Her wihaBerdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî ji Rûdawê û got: “Civîna civata wezîran ji bo guftûgokirina teqîna dest pê kiriye û dê di vê derbarê de biryarên pêwîst bên wergirtin.” Sefîn Dîzeyî wiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan teqînan bi tûndî şermezar dike. Wekî hemû deman nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê ji bo pêşwazîkirina birîndaran vekiriye û em wekî hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina hemû arîkariyan amadene.”

PIŞTÎ BEXDA XWEST BIKEVE BAJÊR ÊRÎŞ ZÊDE BÛN

Hêjayê gotinê ye ku ev êrîşên di van demên dawiyê de li Kerkûkê li hemberî Kurdan pêk tên, piştî ku rêveberiya Bexdayê xwest leşkeran têxe bajêr zêdetir bûn. Serokwezîrê Iraqê Nûr El Malikî Hêza Operasyonê ya Dîcleyê ber bi Kerkûkê ve şand û ev yek rê li ber nerazîbûnek tund a Hukûmeta Herêma Kurdistanê vekir. Rêveberiya Hewlêrê ji bo parastina bajêr bi hezaran pêşmerge şand Kerkûkê.

Piştî wê, li navçeya Xurmatû ya Kerkûkê, di navber hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de, roja 16’ê mijdarê peçvûnek qewimî. Li gorî agahiyên fermî kesek di pevçûnan de jiyana xwe ji dest da.

Di demek de ku Pêşmerge û artêşa Iraqê hatin hemberî hev, bi taybet di meha berfanbarê de êrîşên li Kerkûkê yên li dijî Kurdan zêde bûn. 31’ê berfanbarê, di saetên danê êvarê de li dijî avahiyê PDK’ê êrîşên çekdar û bombeyî pêk hatin û di encamê de 21 kesan jiyana xwe jid est dabûn. Di pevçûnan de 4 êrîşkar jî hatibûn kuştin.

ANF NEWS AGENCY