1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Li Kerkûkê teqîn: 8 mirî, 70 birîndar
Li Kerkûkê teqîn: 8 mirî, 70 birîndar,li,kerkûkê,teqîn,8,mirî,70,birîndar

Li Kerkûkê teqîn: 8 mirî, 70 birîndar

A+ A-

KERKÛK - Îro li Kerkûkê di encama teqînq 3 wesayîtên bombe lê barkirî de 1 jê zarok 8 kes jiyana xwe ji dest dan, 68 kes birîndar bûn.Li gor agahiyan, teqîn li ber detgeha Gulan ya PDK'ê û Cepheya Tirkmenan pêk hat.

Li gorî çavkaniyên polîsên Kerkûkê, îro, serê sibê demjimêr 10.25 li gereka Waffî ya li ser riya di ya navbera Bexda û Kerkûkê de sê wesayîtên bombe barkirî teqiyan. Li gorî çavkaniyê, teqîn li cihek qelebalix pêk hat.

Li gor agahiyaên destpêkê 1 jê zarok 8 kes jiyana xwe ji dest dan, nêzî 68 kes birîndar bûn.

Hat zanîn ku di nava kesên mirî û birîndar bûne de polîs jî hene.

ANF