1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Kolombiyayê di referandûmê de peymana dîrokî nehat qebûlkirin
Li Kolombiyayê di referandûmê de peymana dîrokî nehat qebûlkirin,li,kolombiyayê,di,referandûmê,de,peymana,dîrokî,nehat,qebûlkirin

Li Kolombiyayê di referandûmê de peymana dîrokî nehat qebûlkirin

Li Kolombiyayê di referandûmê de peymana aştiyê ya navbera hikûmetê û FARC'ê hat îmzekirin, nehat qebûlkirin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ROJNEWS

Peymana aştiyê, ku di hefteya bihurî de ji aliyê Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Sasntos û lîderê FARC'ê Tîmoleon Jîmenez ve hat îmzekirin, pêşkêşî referandûmê hat kirin. Li gorî encamên vê referandûmê, ji sedî 50,24 ê hilbijêran peymana aştiyê qebûl nekirin.

Encamên referandûmê her du alî xist nava şoqê. Li ser rê û rêbazên ji niha û pê ve werin bikaranîn, hê jî ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Serokdewletê Kolombiyayê Santos di daxuyaniya xwe ya beriya referandûmê de dabû xuyakirin, ku ji bo qedandina şer planeke wan a B nîne.