1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li konê mertalên zindî perwerdehiya ziman
Li konê mertalên zindî perwerdehiya ziman,li,konê,mertalên,zindî,perwerdehiya,ziman

Li konê mertalên zindî perwerdehiya ziman

A+ A-

COLEMÊRG (DÎHA) – Di konê mertalên zindî yê ku mehek berê li taxa Qişlayê ya Geverê li hemberî êrîş û operasyonên dewletê hatî vedan her roj 2 seatan perwerdehiya ziman û perwerdehiya wêjeya kurd dest pê kir. Mamosteyê TZP’a Kurdî Îskan Duman têkildarî mijarê de wiha got: "Şert çi bin bila bibin dê perwerdehiya ziman berdewam bike. Dê her tiştê me bibe kurdî."

Li taxa Qişla ya navçeya Geverê ya Colemêrgê li hemberî operasyon û êrîşên dewletê di 2'yê kanunê de konê mertalên zindî hat vedan û çalakiya nobetê dest pê kir. Çalakiya nobetê mehek li du xwe hişt û çalakî berdewam dike. Welatî û nûnerên saziyan her roj bi dorveger di kon de berxwedana xwe didomînin û hin caran di kon de têkildarî pêvajoyê de nîqaş tên meşandin û hin caran jî welatî bi stranan kon şad dikin. Li kon Şaxa KURDİ-DER'ê û TZP-Kurdî jî dest bi perwerdehiya kurdî kirin.

Her roj 2 seatan perwerdehiya ziman

Mamostayê kurdî Îskan Duman diyar kir ku ew her şev li konê mertalên zindî perwerdeya ziman didin û wiha got: "Ziman kurdî li Bakurê Kurdistanê ji ber polîtikayên bişaftinê gelek qers maye." Duman da zanîn ku ji bo ku gelê kurd ji bişaftin û otoasîmîlasyonê xilas bibe divê bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne û her tim bi kurdî biaxivin. Duman destnîşan kir ku ew ji bo ku li hemberî polîtîkayên dewletê yên bişaftinê rewestin şev û roj li ser zimanê kurdî dixebitin û li her taxê Geverê komînên zimanê kurdî avakirine û perwerdehiya ziman didin gelê.

‘Ji bo jiyanek azad û aram perwerdehiya kurdî’

Duman bal kişand li ser eleqeya gel a li hemberî perwerdehiya ziman û wiha got: “Gelê Geverê eleqeyek mezin nîşanê perwerdehiya zimanê kurdî dide û her şev gel tê konê mertalên zindî û tevlî perwerdêya ziman dibin û nobetê digirin." Duman herî dawî wiha bang li gelê Geverê kir: "Ji bo jiyanek azad û aramî divê hemû gelê me tevlî perwerdehiya zimanê kurdî bibin.”

(zf-nt/bd)