Li Kurd-Kavê Pêşengeha Karîkaturên Mamoste
Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî (Kurd-Kav), pêşengeha karîkaturên xêzkarê naskirî Mamoste Nûjen vekir. Di pêşengehê de bi qasî sed karîkaturên hunermend hatin pêşandan.
Weqfa
Lêkolînî û Çandî ya Kurdî (Kurd-Kav), pêşengeha karîkaturên xêzkarê naskirî
Mamoste Nûjen vekir. Di pêşengehê de bi qasî sed karîkaturên hunermend hatin
pêşandan.
Ji bo vekirina pêşengeha karîkaturên Mamoste Nûjen li salona avahiya Kurd-Kavê
kokteyl hat dayîn û di derbarê vê çalakiya hunerî de serokê weqfê Kasım Ergun û
hunermendê karîkaturan Mamoste Nûjen jî axaftin kirin.
Mamoste Nûjen kêfxweşiya xwe ya ji bo vekirina pêşengehê anî ziman û li ser xebatên xwe yên xêzkariyê ku, ev zêdeyî 25 sal in berdewam dike çend agahî bi beşdaran re parvekirin.
Serokê weqfê Kasım Ergun jî bal kişand ser çalakiyên çandî û hunerî û da zanîn ku, ew dixwazin di bin banê wefqfê de xebatên li ser çand û hunera kurdî xurtir bikin û xwest ji bo geşkirina xebatên weqfê alikariya wan bê kirin.
Weqfa
Lêkolînî û Çandî ya Kurdî, ev demeke xebatên xwe yên li ser ziman, çand û
hunera kurdî zêde kirine û niha jî ji bo kesên bixwazin hînî kurdî bibin qursên
fêrkirina zimanê kurdî daye destpêkirin.
Mamoste Nûjen kî ye?
Mamoste ji bajarokê Diyarbekirê Bismilê ye û piştî derbeya 12ê Îlonê koçberî Ewropayê bûye. Berî ku here derveyî welat li hin herêmên Kurdistana Bakur mamostetî kiriye. Niha li Swêd dijî û bi xêzkarî û karên hunerê re mijûl dibe.
Berhemên Mamoste
Ji sala 1985an heta 1987an bi navê ÎSOT kovareke karîkaturan derxistiye. Pirtûkên wî yên karîkaturan ên bi navê Dengê Xêzikan (1984) û Mêr Mêra Nas Dike (1993) hene. Ew niha jî xebatên xwe yên li ser hunera xêzan didomîne û karîkaturên wî di hin malperên kurdî de tên weşandin.