1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Li Kurdistanê bûkên Rûs
Li Kurdistanê bûkên Rûs,li,kurdistanê,bûkên,rûs

Li Kurdistanê bûkên Rûs

A+ A-

Rahmî Yagmûr Moskow - Yek ji jinên Rûs ên ku bi pêşmergeyên Kurd re zewicîn û li Kurdistanê bi cih bûn Svetlean Kardichinekova ye. Hevserê wê di Komkujiya Enfalê ya ji aliyê rejîma Seddam ve pêk hat de hat gullekirin. 54 salan li ser vê xaka xwe dijî, zimanê xwe yê zikmakî parastiye, lê nîşanî zarokên xwe nedaye.

Rojnameya Metronews a li Rûsyayê ket pey jinên Rûsî yên ku bi pêşmergeyên Kurd ên dema Barzanî re zewicîn û li Kurdistanê bi cih bûn. Hin ji van jina piştî di enfalê de hevser û zarokên xwe wenda kirin, vegeriyan Taşketnê.

Di rojnameyê de wiha tê gotin; “Her çendî Kurdistan di nexşeya cîhanê de tune be jî, lê welatê neteweyek mezin e. Kurdistana Iraqê ji 1994 ve bi alîkariya DYA û NY’yê di warê aborî û fîzîkî de ji Iraqê serbixwe ye. Ew der niha pir aram e, Artêşa Neteweyî ya Pêşmergeyan herêmê diparêze.” Rojname destnîşan dike kul i herêmê gelek Rûs jî dijîn. Di nûçeyê de tê gotin ku dema pêşmergeyên Kurd li Sovyetê bi cih bûn, jinên Rûs bi wan re zewicîn û li Kurdistanê bi cih bûn. Di nûçeyê de tê gotin ku tevî jinên Rûs, jinên Qezex, Ozbek, Azerî û Tatar jî hene. Di nûçeyê de tê gotin; “Di sala 1958 de bi hevserên xwe re çûn Kurdistanê û heta dawiya temenê xwe li wê derê jiyan. Yên niha dijîn jî niha bûne xwediyê bi dehan neviyan.”

Nûçegihanê Metroyê cihek taybet dide jiyana balkêş a jina Rûs Svetlana Kadicnikova ya ku di wê demê bi hevserê xwe yê pêşmerge re hat li Kurdistnaê bi cih bû. Li gundê Kahar ê çiyayî dijî.

ZAROKÊN WÊ FÊRÎ KURDÎ BÛN

Svetlena Kardichinekova 54 sal in li ser vê xakê dijî, lê heta niha jî zimanê xwe parastiye. Kardihinekova cara yekemîn di sala 1958’ê de tevî hevserê xwe Hacî û keça xwe ya deh mehî Nataşayê hatin Kurdistanê û gelek caran ji bo karsaz û dîplopatên Rûs wergerî kiriye. Îro74 salî ye û xwedî 25 neviyan e, her çendî ewqas sal derbas bûn jî, lê heta niha jî zimanê xwe ji bîr nekiriye.

Dibêje; “Gelek pirtûkên min ên Rûsî hebûn, min her tim guhdarî radyoyên Rûsî dikir, gava peyk derketin, min temaşeyên televîzyonên Rûsî dikir”. Kardichinekova, her çendî bi zimanê xwe yê zikmakî baş dizane, lê nîşanî zarokên xwe nedaye. Sedemê vê yekê wiha veidbêje; “Gava em nû hatin Kurdistanê, em jinên Rûs me di nava xwe de bi Rûsî diaxivîn, hevserên me digotin qey em behsa wan dikin û nerehet dibûn. Ji ber wê jî em fêrî Kurdî bûn û me li şûna Rûsî, Kurdî nîşanî zarokên xwe da.”

“LEŞKERAN MÊRAN GULLE KIRIN”

Kardichinekova, wiha bersiva nûçegihan a “Ji bo hatina Kurdistanê poşman bûye an na?” da; “Li vir pir tişt hatin serê min. Rojekê (1983) leşkeran avêtin ser malên me, hevser û ciwanên me girtin û bi otûbûsan birin. Me êdî wana nedît. Piştre me zanî ew birine cihek nediyar û dane ber gulleyan, bi komî bin ax kirine. Ez ji wê rojê û pêve bi du keç û kurê xwe ve bi tenê mam. Rojekê gava balafir hatin ser gund, me neviyên xwe hişt û reviyan çiyê, gava em vegeriyan, tîyê min (birayê hevserê wê) ji me pir hêrs bû. Me çawa dikarî bibin? Her kesê dikuştin, me tenê dikarî yên mezin biparêzin.”

Kardichinekova, destnîşan dike ku piştî kuştina Sedam êdî jiyan vegeriya normaltiyê û diyar dike ku hikûmeta Kurdan mûçe dide kesên ku berê di komkujiyan de xizmên xwe wenda kirine û mehane 800 dolar didin wê jî.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî