1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Kurdistanê şer, li girtîgehan îşkence
Li Kurdistanê şer, li girtîgehan îşkence,li,kurdistanê,şer,li,girtîgehan,îşkence

Li Kurdistanê şer, li girtîgehan îşkence

A+ A-

AMED (DÎHA) - Êrîşên qirkirinê yên li dijî bajarên Kurdistanê hatine destpêkirin, bi êrîşên qirkirina siyasî re li dijî dîlên azadiyê berdewam dike, bi sirgûnên demên dawî re hema bêje li dijî dîlên azadiyê faşîzim tê meşandin. 7 dîlên azadiye yên li Girtîgeha Tîpa T a Sîweregê sirgûnî Girtîheha Tîpa M a Ermenekî hatin kirin, ji hêla hêzên dewletê ve hatin derb kirin.

Bi êrîşên li dijî xwerêveberiyên cewherî re, di demên dawî de bi pêla girtin û binçavkirinan berdewam dike. Tenê di nava çend mehên dawî de, di nav de şaredar, rojnameger, rêveberên partiyên siyasî jî heyî bi hezaran kes hatin binçavkirin û qasî 2 hezarkî kes hatin girtin. Piştî li gelek bajarên Kurdistanê ji ber girtinên nû cih nema, bi sedan dîlên azadiyê ji bajarên Kurdistanê sirgûnên girtîgehên Tirkiyeyê hatin kirin. Gelek girtiyên ku tên sirgûnkirin, rastî îşkenceyên hovane tên û gelek ji wan di lêgerînên tazî re tên derbaskirin.

7 girtî li Sêweregê hatin sirgûn kirin

Herî dawî 7 dîlên azadiyên ên li Girtîgeha Tîpa T a Sêweregê bi hincetên wekî ketine greva birçîbûnê, sirgûnên Girtîgeya Tîpa M a Ermenekî hatin kirin. Girtiyên ku hatin sirtûnkirin di rê de rastî zext û heqaretan hatin. Gitiyên bi navê Mubarek Erdogan, Haci Ekîncî, Nîhat Ekmez, Îdrîs Yakut, Ahmet Tanriverdî, Adem Amaç û Takiyettîn Yuksekbag, di dema sirgûnê de ji hêla hêzên dewletê ve hatin derb kirin.

Bi zorê tên tezîkirin

Xizma girtiyê bi navê Takiyettîn Yuksekbag, Guler Yuksekbag bal kişand ser îşkenceya li hemberî girtiyan pêk hatiye û aşkera kir ku di dema sirgûnê de girtî hatine derb kirin û bi îşkenceyê re rû bi rû ne. Yuksekbag bi lêv kir ku hêzên dewletê di bin navê lêgerînê de, xwestine girtiyan tezî bikin piştî girtî li dijî vê yekê derdikevin ji hêla hêzên dewletê ve hatine derb kirin. Yuksekbag diyar kir ku girtiyên ku bi şev saet di 23.00'an de hatine sirgûn kirin, heta saetên sibehê di rîngê de hatine hiştin û bi vê yekî îşkence li girtiyan hatiye kirin.

Yuksekbag got ku pêkanînên li dijî dîlên azadiyê, bi polîtîkayên şerê li Kurdistanê tê meşandin ve girêdayî ye û ev tişt got: "Em dê li dijî vê pêkanînê heta dawiyê li ber xwe bidin û xwedî li têkoşîna wan derkevin."

Hevserokê Komelaya Piştgirî û Hiqûqa Demokratîk ya Malbatan Girtiyan a Amedê (TUHA-DER ) Cahît Demîrkaya jî destnîşan kir ku di demên dawî de li girtîgehên Kurdistanê bi dehan girtî hatine sirgûn kirin û ev tişt anî ziman: "Di dema sirgûnê de girtî bi pêkanînên derveyî mirovahiyê re rû bi rû dimînin. Li gelek girtîgehan ava germ nadin girtiyan, dîsa gelek girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Dîsa her roj di bin gefên tekmîldayînê de ne, kel û pelên wan tên destaserkirin."

Malbatan herî dawî xwest raya giştî der barê rewşa girtiyan de serwext be.

(rd-cno/ms)