'Li Kurkçulerê hemû cûreyên îşkenceyê heye'
09:27 06.04.2014 1 / 2 EDENE (DÎHA) - Rêveberê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê Osman Kara nîşan kir ku li girtîgehan li hemberî girtiyan kiryarên der mirovî bi awayek sîstematîk berdewam dike. Kara diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê hemû cur îşkence berdewam dike û 30 gardiyan ketine nivîngehan û dû saetan îşkence li girtiyên siyasî kirine.
Îşkenceyên ku li Gîrtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê li ser girtiyên siyasî tê meşandin her ku diçe zêde dibe û ev rewş malbatan dixe nava fikaran. Tê îdîakirin ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê gardiyanan îşkence bi girtiyên siyasî yê bi navê Bedrettîn Akdenîz, Murat Akinci û Mahmut Yîgît yê 60 salî kirî. Li ser vê yekê malbatên girtiyan ji bo alikariya dadmendî serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê dan. Dayîka Akdenîz Sebiha Akdenîz diyar kir ku kurê wî 3 caran ji aliyê gardiyanan ve rastî îşkenceyê hatiye û xwest bila di demek kurt de dawî li vê îşkenceyê bîne. Akdenîz anî ziman ku der barê jiyana kurê xwede di nava fikaran û endîşeyan deye.
'30 gardiya îşkence li girtiyên siyasî dike'
Rêveberê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê Osman Kara der barê mijarê de agahida û diyar kir ku li girtîgehan her roja ku diçe binpêkirina mafan zêde debe û wiha got: "Girtiyê bi navê Mahmût Yîgît yê 60 salî ji aliyê gardiyanan ve hatine derbkirin. Du hevalên wiyê girtî dema ku rewşê dibîne bertekê nîşanê vê yekê dide û dibêje çima hun vê yekê dike. Gardiyanên ku leza xwe negirtin dû saetan îşkenceyê bi Endamê SDP'ê Bedrettîn Akdenîz û Endamê Meclîsa ESP'ê Murat Akinci dikin. Hevalên wanê ku vê yeke dibi hîsin li deriyan dixin û çalakiyê pêktîne li ser vê yekê 30 gardiyan bi hevre dikeve nivîngehê du saetan îşkenceyê bi girtiyan dikin weka ku îşkenceyê têrnekirî davêjin odeya sunger. Em ji jiyana girtiyan fikarin. di sala 2014'an de hebûna îşkenceyê girtîgehan kiryarek der miroviye. 3 caran îşkence li Endamê SDP'ê Bedrettîn Akdenîz kirine ev kiryar kiryarek der miroviye û ev yek li hemû girtîgehan heye. Der barê îşkenceyên girtîgehan de me di dehan caran serlêdana tawanê kir lê tu encam bidest nexistin."
'Veguherandina îşkencexaneyan me dixe nava fikaran'
Kara Balkişand necezadayînê û wiha got: "Negirtinan cezayan ya Midûr û gardiyanan yên din dixin nava fikaran. Li girtihegan her roja ku diçe rewş xirabtir dibe û dadmendî navkeve girtîgehan. Girêdayê Wezareta Dadmendiyê ye lê dîsa dadmendî navekeve girtîgehan. Veguherandina van saziyan ya îşkencexaneyan me dixe nava fikaran bila kesên ku îşkenceyê pêktîne didemek kurt de bê cezakirin. Em van îşkenceyên ku tên kirin ji Wezareta Dadmendiyê re dişîne ev jî di bersivên xwede dibêjin girtîgehên me baxçeyên gulane hemû tişt li gorê rê û rêzikan tên kirin. Em carek din livir bang rayedaran dikin di der barê berpirsyaran de lêpirsîna îdarî bide destpêkirin bûyerê zelal bikin derxin holê û didemek kurt de bide cezakirin û cezayên giran wan bidarizîne."
(my/mae)
