Li Licê greva birçîbûnê dest pê kir
Lî navçeya Licê ya Amedê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger koma ji 12 kesan pêk tê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Li navçeya Liceyê ya Amedê koma ku ji 12 kesan pêk tê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dest pê kir, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Şaredara Lîceyê Fikriye Aytîn, rêveberên BDP’ê û bi sedan kes li ber avahiya BDP’ê ya Lîceyê hate cem hev û hata ber Girtîgeha Lîceyê meşiyan. Di meşê de sloganên “ Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zîndanê” hatin berzkirin û dowîzên "Berxwedana zindana silav dikin", "Mafê perwerdehiya ziman heq e” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin hilgirtin. Serokê Rêxistina BDP’ê yê navçeyê Harun Erkuş li ber girtîgehê axivî û diyar kir ku rewşa girtiyan her diçe ber bi nebaşbûnê ve diçe û wiha got: “Em daxwazên girtiyan weke daxwazên xwe qebûl dikin.” Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya ji nivsaetê pêk hat. Piştî çalakiya rûniştinê çareke din girseyê dest bi meşê kir. Girseyê li ber avahiya BDP’ê kon veda û komê dest bi çalakiyê greva birçîbûnê kir. Koma ji 12 kesan pêk tê dê çalakiya wan 3 rojan berdewam bike. Pişt re dê komeke din çalakiyê dewr werbigire.
(bd/mae)
