1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Lîceyê operasyon didome
Li Lîceyê operasyon didome,li,lîceyê,operasyon,didome

Li Lîceyê operasyon didome

A+ A-

Piştî bûyera li navçeya Ferqîna Amedê ku 13 leşker jiyana xwe ji dest da, operasyonên li herêmê bê navber didomin. Herêm vegeriya OHAL'ê. Li navçeya Lîceyê her roj bi helîkoptêran keşif tên kirin. Hate îdiakirin ku rayedarên leşkeran keyayê gundan komkirine û ji bo welatî bi şevê dernekevin derva gef li wan xwarine.

Tevgera leşkerî ya Lîceyê piştî bûyeran Ferqînê ya 13 leşkeran jiyana xwe ji dest da û 3 kesên ji aliye endamên HPG'ê hatî girtin zêdebûn. Rojan bi dehan helîkopter li ser çiyayê Lîce difirin û keşfan dikin. Şevê jî vê peywîrê heron di domîne. Hefteya dawiyê karên tîmên taybet zêdetirbûn. Li gorî agahiyan ev tîmên taybet ev 3 rojê nêzîkî Mezraya Goma Feyzo ya giredayê Lîceyeyê cih girtine. Welatiyên mezrayê da zanîn ku leşkerên bi wesayita sivîl têne derdora gund wan dixin xofê û e şevê nikarin derkevin. Welatiyan, diyar kir ku leşkerên bi wesayita sivîl tênê şevê xwe xef dikin, roj derdikevin, ji ber vê jî ew nikarin şevê ji mala xwe derkevin.

Her wiha hate zanîn ku li çiyayê nêzîkî gundê Banadêran jî tîmên taybet cih girtin.

Hate gotin ku rayedarên leşkerî yên Lîceyê bang li keyayên gundên Şêxan, Melê û Qurmikê kirine û ji bo ku ew şevê dernekevin derve gef li wan xwarine. DÎHA (dt/mae)


Bêjeyên Miftehî