1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Li Marsê av hat dîtin
Li Marsê av hat dîtin,li,marsê,av,hat,dîtin

Li Marsê av hat dîtin

Li Marsê ava dikare bê vexwarin hat dîtin

A+ A-

HOUSTON 10.12.2013 07:01:35 Maşîna fezayî Curiosity ku Ajansa Fezayî ya Neteweyî ya Amerîkayê (NASA) ew şand Marsê, delîlên destpêkê dît ku demekê li Gerstêrka Sor gola avê hebûye. Kovara Science di gotareke xwe de der barê mijarê de agahî da.

Mînakên ji axê yên ji aliyê maşîna fezayî ve ji bo lêkolînê hatin komkirin nîşan didin, ku li gola mijara gotinê dibe ku 3 mîlyar û 600 mîlyon sal berê mîkroorganîzma jiyabin.

Di gotarê de hat ragihandin ku karbon, hîdrojen, oksîjen, azot û sulfur ên ji mînakan hatine tespîtkirin, vê agahiyê pişrast dikin.

Ji ber ku mînakên axa qûmî ya maşîna fezayî lêkolînkiriye dişibin axa binê çeman, tê texmînkirin ku li Marsê demekê çem herikiye.

Li rapora mirovên aqilmende,delîlê herî dawiyê ye ku berê li ser ruyê gerekstêrka av heye, “Hê jî delîlê herî rast ya ku di be ku li ser Marsê jiyan hebe” dide nîşan kirin.


Bêjeyên Miftehî