1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Mexmûrê hatin bi bîranîn
Li Mexmûrê hatin bi bîranîn,li,mexmûrê,hatin,bi,bîranîn

Li Mexmûrê hatin bi bîranîn

A+ A-

Li Wargeha Penaberan a Mexmurê endamên HPG’ê Şenay Guney (Delîla Meyaser), Gafor Doxan (Hêvî Şanoger) û Îdrîs Babat ( Xwînrêj) di salvegerên xwe de hatin bi bîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Mexmurê Navenda Çand û Hûnera Mexmûrê NCHM’ê ji bo bîranina endamên HPG’ê Şenay Guney (Delîla Meyaser), Gafor Doxan (Hêvî Şanoger) û Îdrîs Babat ( Xwînrêj), şahiyek bîranînê organîze kir. Di şaihyê de şêniyên wargehê û saziyên wargehê amade bûn. Bîranînê ji bo kesên di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyan xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser têkoşîn û takekesiya endamê HPG’ê, hunermend û şanogerên kurd Şenay Guney (Delîla Meyaser), Îdrîs Babat (Xwînrêj) û Gafur Doxan (Hêvî Şanoger) axiftin hatin hatin kirin.

Şanoger Ekîn Ronî di merasîmê de axaftina vekirinê kir û wiha got “Em di vê şeva bîranîna gerîlayên HPG’ê de, berxwdana gelê xwe yên li her çar perçeyên Kurdistanê û mertalên zindî yên ku bi rojane ji aştiyê dimeşin silav dikin. Di kesayeta van şehîdan da em bûne xwedî çandekî dewlemend. Kesayetên weke Delîla, Hêvî û Xwînrêş dewlemendiyên di çanda kurd li paşxwe hiştine û her wiha di şano û hûnermendîtiyê de gavên bi wate û resen hiştine.”

Piştî axaftina vekirinê şahiya bîranînê bi nîşandana sînevîsyona di derbarê jiyana endamên HPG'ê de hate temaşekirin. Endamê (NÇHM) Ferhad Merdê ve helbesta 'Roj' ji bo dayîkên şehîdan xwend. Koma Penaber bi sitranên xwe gel coşandin.

Piştî koma Penaber şeva bîranînê bi çepik, tilîliyên dayîkan û sologanên “ Şehît namirin", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû. DÎHA (Ekîp/mae)


Bêjeyên Miftehî