Li Mexmûrê li dijî tecrîdê meşa mezin
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem bi tevlîbûna bi hezaran şêniyên wargehê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşeke mezin bi ruhê serhildanê hat lidarxistin
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem bi beşdariya bi hezaran şêniyên wargehê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi organîzasyona Meclîsa Îştar meşeke mezin bi ruhê serhildanê hat lidarxistin. Meşa li ber şaredariya wargehê dest pê kir heta qezaya Mexmûr berdewam kir. Di meşê de ji 7 salî heta 70 salî mirov bi cil û bergên xwe yên neteweyî bi alên PKK’ê, HPG’ê, KJB’ê û alên ku wêneyên Rêberê PKK'ê Ocalan li ser, bi pankartên ku dilsoziya ji bo Ocalan li ser nivîsîbûn û posterên endamên HPG'ê reng û coşek mezin dan meşê. Di meşê de tim û tim dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Bi Can bi Xwîn Em bi te re ey Serok”, “Tecrîda Îmralî Rûreşiya Cihanê” hatin gotin.
Girseya bi hezaran dema gihiştin qezaya Mexmûr dengên dirûşmayan hîn bilindtir bû. Niştecihên qezaya Mexmûr jî eleqeteke mezin nîşanî girseyê da. Li qezaya Mexmûr ji bo cangoriyên Kurdistan deqîqeyek rêzgirtin pêk hat û li ser navê Meclîsa Îştar daxuyaniyek hat xwendin. Endama Meclîsa Îştar Zozan Posat doxuyanî xwend. Posat, destnîşan kir ku bi têkoşîna 35 salan nirx, fedakarî û îradeya Kurd a Neteweyî pêk hatiye û ew bi temamî bi azadiyê re kilît bûne. Pozat, di daxuyaniyê de wiha got: "Xeta Berxwedana li Îmraliyê ya Rêbertiya me ku pêkhateya tevayî nirxên me yên neteweyî, îrade û armancên me ye, ji bilî azadiyê tu sekn û nêzîkatiyê qebûl nake. Gelekî ku ji Rêbertiya xwe hatibe qutkirin tê vê wateyê ku ji tevayî nirx, îrade û armancên xwe hatiye qutkirin. Sîstema Îmraliyê tenê weke polîtîkayeke tecrîdê dîtin, bi awayekî herî hêsan tê wê wateyê ku mirov di nav xefleteke herî mezin de ye. Bi esareta Rêbertiya me, zincîr û qeydên bi xwîn û bi êş li dil, raman û jiyana me dane. Wek gelê Kurd û jinên Kurd jiyaneke bê Rêbertî li ser me tê ferzkirin. Ev 13 sal in roj bi roj, kêlî bi kêlî dixwazin me fêrî vê jiyanê bikin. Ev salek zêdetir e têkilî û pêwendiyên Rêbertiya me bi dunyayê re hatine qutkirin. Ev tê wateya înkara tevayî nirxên me yên neteweyî, jiyana me ya neteweyî û dahatûya me ya azad. Ev tê wateya ku ev dunya ji Kurdê azad, jina azad û jiyana azad re tê girtin. Me her dem dest nîşan kir ku em tu carî vê jiyanê qebûl nakin û me qet qebûl nekir! Kêliyekê jî em bê Rêbertî nejiyan û em najîn. Em ê wek jinên Kurd her dem bi Rêbertî re bijîn û bi Rêbertî re azad bibin. Ji ber vê em dibêjin ku; her tişt ji bo azadiya Rêbertî!”
Posat, da zanin ku ji bilî Rêbertiyeke azad, Kurdistaneke azad û jiyaneke azad dê tu jiyanê qebûl nekin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê ji bo Rêbertî bijîn, ji bo azadiya Rêbertî têkoşînê bilind bikin! Em bang li tevayî jinan, derdorên demokrat û welatparêz dikin ku destekê bidin vê têkoşînê û misoger hêza li ser esasên yekîtiya neteweyî bibin yek.”
Piştî daxuyaniyê girse dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Şehîd Namirin” berz kirin.
(kom/mae)
