1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Mexmûrê pêşbirga kişikê
Li Mexmûrê pêşbirga kişikê,li,mexmûrê,pêşbirga,kişikê

Li Mexmûrê pêşbirga kişikê

A+ A-

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) di bin baneyê Komalên Ciwan a Wargeha Şehîd Rustem de bi boneya pîrozbahiyên Newrozê pêşbirka kişikê hat destpêkirin.

Ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem di 14’ê adarê de ji bo pîrozbahiyên Newrozê lîstikên kişikê (satranc) dan destpêkirin. Der barê pêşbirkê de endamê Komîteya Komalên Ciwan Guhdar Yuksel axifî û wiha got: “Ji bo aktîvîteyên civakî di nav ciwanan de pêş bikeve me pêwistî dît ku em ciwanan li hev kom bikin û lîstikên cur bi cur bidin destpêkirin. Her wiha Yuksel got, “Me ev pêşbirk bi navê şehîdê me yê bi rûmet endamê Konseya Leşkerî Elîşêr Koçgirî daye destpêkirin. Ji ber ku Fermandarê me yê mezin gelekî ji satrancê hez dikir.”

Yuksel da zanîn ku ji bo ew bi awayekî çalak derbasî Newrozê bibin pêwistî bi pêşbirkeke wiha dîtine. Yuksel daxuyand ku pêşbirk ji 2 koman pêk tên koma yekemîn a ciwanên biçûk koma duyemîn jî ciwanên mezin in.

(mae)