1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Mêrdînê provokasyona AKP'ê
Li Mêrdînê provokasyona AKP'ê,li,mêrdînê,provokasyona,akp,ê

Li Mêrdînê provokasyona AKP'ê

A+ A-

Li navçeya Mîdyatê wesayîtên anonsa hilbijartinê yên namzeta serbixwe ya Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê ya Mêrdînê Gulser Yildirim dema di kolanê re derbas dibûn ji aliyê endam û rêveberên AKP'ê ve rastî êrîşê hatin. Di êrîşa ku Serokê AKP'a Mîdyatê Huseyîn Çelebî jî di nav de pêk hat de, Rêveberê BDP'ê Ramazan Toprak û 2 kesên din bi giranî birîndar bûn.

Li taxa Estelê ya navçeya Mîdyata Mêrdinê dema 2 wesayitên anonsê yên namzeta Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê ya Mêrdînê Gulser Yildirim ku ji doza KCK'ê girtî ye, rastî koma endam û rêveberên AKP'ê hatin. Nêzî 30 endam û rêveberên AKP'ê ku di nav de Serokê AKP'ê yê navçeyê Huseyîn Çelebî jî hebû bi dar, sator û keviran êrîşî 2 wesatiyên anonsê kirin.

Koma ku pêşiya wesayita anonsê girtin camê wesayitê şikandin û pişt re bi kêr û satoreyan êrîşî kesên hundirê wesatiyê kirin. AKP''îyan xwestin endamên BDP'ê lînç bikin, lê endamên BDP'ê bi lez bi wesayitê ji cihê bûyerê dûr ketin. Di êrîşê de ajokarê wesayita anonsê Ramazan Toprak, ji ser, pî û parsuyên xwe ve birîndar bû û rakirin Nexeşxaneya Dewletê ya Mîdyatê. Hate zanîn ku parsu û milê Toprak hatiye şikestin. Ji ber ku rewşa Toprak giran bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. 2 kesên di bûyerê de birîndar bûn jî li nexweşxaneyê derman bûn û derketin.

Hate zanîn ku di êrîşê de Serokê rêxistina AKP'a Mîdyatê Huseyîn Çelebî û birayê namzetê AKP'ê yê Mêrdînê Edîp Demîrdag Adnan Demîrdag jî di êrîşê de cih girt. Şahidê bûyerê Amîrê Buroya Komeleya Ewlehiyê Alpaslan anî ziman ku êrîş li ber çavê polîsan pêk hatiye, lê polîs li hemberî vê bûyerê bêdeng mane.

Piştî bûyerê Serokê Rêxistina BDP'a Mêrdînê Sedat Dag û rêveberên BDP'ê çûn Mîdyatê û lêkolîn pêk anîn. Rêveberên BDP'ê piştî lêkolînê çûn buroya hilbijartinê. Serokê BDP'a Mêrdînê Sedat Dag li vir êrîş şermezar kir û diyar kir ku gelê Mîdyadê 15 rojin li ser piya ne û kesê xebatên aştî û demokrasiyê tehamul nakin êrîş dikin û dixwazin provokasyonê derxin. Dag, da zanîn ku ev xebatên wan AKPê, Midûriyeta Polîsan û Qeymeqamiyê ditirsîne û ji ber vêyekê êrîş dikin. Dag, anî ziman ku li hemberî van êrîşan bê deng namînin. Axaftina Dag bi sloganên "Êrîş me bêzar nake" û "Bijî serok Apo" hate birîn.

Wesayita anonse ya Yildirim di 5'ê hezîranê de dîsa rastî êrîşa endamên AKP'ê hatibû. Her wiha buroya Yildirim jî rastî êrîşan hatibû.

ANF NEWS AGENCY