1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Mêrsînê operasyona qirkirina siyasî
Li Mêrsînê operasyona qirkirina siyasî,li,mêrsînê,operasyona,qirkirina,siyasî

Li Mêrsînê operasyona qirkirina siyasî

A+ A-

MERSÎN (DÎHA) - Li Mêrsînê di serdegirtina malan de Hevşaredarê Akdenîzê M.Fazil Turk jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Li Tarsusê jî li taxên Kurdan operasyonên berfireh hate kirin û li gor agahiyên destpêkê 53 kes hatin binçavkirin.

Di çarçoveya konsepta şerê topyekun de operasyonên qirkirina siyasî hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê berdewam dike. Li Mêrsînê di saetên sibê de polîsan bi awayek hemwext bi ser gelek malan de girtin û Hevşaredarê Akdenîzê M.Fazil Turk, Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Mehmet Altuntaş, Aysel Sarikaya, Îsmaîl Aslan, Sevînç Findik, Huseyîn Aydin, Mukerrem Poyraz, Fadil Çitil, Îbrahîm Çakan, Erdal Omurtaş, Îbrahîm Palamut, Fatma Kocapinar, Azad Arslan, Kemal Garîpoglu û Saît Sarî hatin binçavkirin.

Sedema operasyona binçavkirinê nehat zanîn û tê diyarkirin ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe.

Li Tarsusê li taxên kurdan operasyon

Her wiha li Tarsusê tîmên taybet li taxên Kurdan bi ser gelek malan de girtin. Di operasyonan de deriyên malan hatin şikandin. Li gor agahiyên destpêkê di operasyonan de 53 kes hatine binçavkirin. Hin kesên ku navên wan zelal bûne ev in: Ramazan Aslan, Gokhan Firat, Omer Aslan, Star Aslan, Metîn Aslan, Bayram Aslan, Îsmaîl Temîz, Denîz Aykanat, Onur Temîz, Feryat Demîr û Cuneyt Demîr.

(sy)