1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Li Mûşê qehwexaneya jinan tê vekirin
Li Mûşê qehwexaneya jinan tê vekirin,li,mûşê,qehwexaneya,jinan,tê,vekirin

Li Mûşê qehwexaneya jinan tê vekirin

A+ A-

MÛŞ (DÎHA) - Komeleya Jinan a Mûşê (MUKADDER) qehwexaneya ku dê tenê jin biçinê vedike.

Komeleya Jinan a Mûşê (MUKADDER), li Mûşê ku qada civakî û jiyanê li jinan hatiye girtin û jin di malê de hatine hepiskirin, qehwexaneya tenê jin dê biçinê vedike. Endama MUKADDER'ê Elif Çetînbaş anî ziman ku li bajar jin ji aliyê feraseta mêr a serdest ve di mal de hatiye hepiskirin.

Dê şano bê lîstin û muzîk bê guhdarkirin

Çetînbaş anî ziman ku ev qehwe dê ji qehweyên klasik cudatir be û tenê çay û qewhe dê lê neyê vexwarin. Çetinbaş da zanîn ku jin dê li vir di nava şêwirmendiyê de bin û di fikr û her qadê jiyanê de karibin hilberînê pêş bixin. Çetînbaş bal kişand ser xebatên çandî û civakî û wiha got: "Dê ev qehwe ji qehweyên klasîk cudatir be. Li vir dê şano bê lîstin û muzîk bê guhdarkirin. Çend hevalên me yên muzîkê pêş bixin hene. Kî di kijan qada hunerê de xwedî huner be ew ê li wir hunera xwe parve bike."

Di her qadê de hilberîna hevpar

Çetînbaş bi bîr xist ku ew ê vê qehwexaneyê bi awayekî pir armanc bi kar bînin û wiha berdewam kir: "Jin dê li vir karibin xwarinên herêmî çêkin, karê destan pêş bixin. Kî dikaribe çi bike ew dê wê hunera xwe parve bike. Dê li vir bi keda xwe û hunera xwe debara xwe bikin. Em li vir jiyanek komîn difikirin. Dê hemû hilberîn û berhemên hatiye avakirin hevpar be."

'Dê pirsgirêkan bi hev re çareser bikin'

Çetînbaş, da zanîn ku li bajarê ku êdî di bin feraseta mêr de ye jin dê karibin pirsgirêkên xwe li hev parve bikin û ji bo pirsgirêkan çareseriya hevpar pêş bixin. Çetînbaş, bilêv kir ku wan hêj navê qehwexaneyê zelal nekiriye û ji niha de vê xebata wan mêr zîwer kiriye. Çetinbaş, daxuyand ku ji niha de rastî gotinên mêr en "Çi hewce ye. Dê kursiyan bavêjin û rûnên. An jî dê okey bilîzin" Lê em difikirin û armanc dikin ku jin fikrê xwe hunerê xwe û pirsgirêkên xwe parve bikin û bi hevre çareseriyê pêş bixin."

(mae/sa/wk)