1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Mûşê qiyameta erdhejan!
Li Mûşê qiyameta erdhejan!,li,mûşê,qiyameta,erdhejan

Li Mûşê qiyameta erdhejan!

A+ A-

Li navçeya Kopê ya Mûşê, duh ji danê sibe heta niha 29 erhejên di navbera 2.4 û 4.5 de pêk hatin.

Li navçeya Kopê, du jê di pileya 4.1 û yek jî 4.5, bi giştî 29 erdhej di heman rojê de pêk hatin. Gel li kolanan bûn, dibistan girtî bûn û nexweşan ji nexweşxaneya veguhestin.

Li gor agahiyên Rêveberê Navenda Çavdêriya Netewî ya Erdhejan(UDIM) ya ser bi Enstîtûya Lêkolîna Erdhej û Çavdêrîxaneya Kandîllî (KRDAE) ya Zanîngeha Bogazîçî Dr. Dogan Kalafat dayî di navbera navenda Mûşê û Kopê de demjimêr di 08.36 de 4.1, 08.53 de 2.8, 09.47 de 2.9, 10.14 de 3.7, 11.08 de 4.4, 11.10 de 3.3, 11.11 de 4.5, 11.13 de 2.9, 11.16 de 4.3, 11.24 de 2.9, 11.33 de 3.0, 11.38 de 2.6, 11.43 de 2.7, 11.45 de 3.2, 12.05 de 2.7, 13.11 de 3.4, 13.19 de 2.7, 14.48 de 2.6, 14.54 de 2.6, 15.00 de 2.4, 15.12 de 2.5, 16.17 de 2.5, 16.36 de 2.5, 16.37 de 2.8, 17.56 de 3.0, 20.15 de 4.5, 20.43 de 3.0, 22.40 de 3.2 ve 22.43 de 3.0, bi giştî 29 erdhej bêk hatin.

Kalafat diyar kir ku erdhej bi taybet bandor li navçeya Kopê û Bedlîsê kiriye û bûye sedema xof û tirsa welatiyan û got; “Evane erdhejên ketine nava hev de ne. Ango li cihek diyar û demek nêzîk de li ser hev pêk tên. Dibe di vê demê de erdehejên din ên biçûk li herêmê çêbibin. Ev erdhej zû bi zû nabin sedema windahiyên can û mal.”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî