1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li navenda Şemizînanê şerek dijwar
Li navenda Şemizînanê şerek dijwar,li,navenda,şemizînanê,şerek,dijwar

Li navenda Şemizînanê şerek dijwar

A+ A-

Li navenda navçeya Şemizînanê di navber gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de şere dijwar qewimî. Di encama gullebarana leşkerên Tirk de Osman Erbaş ê 14 salî û Tayyar Gureî yê 35 salî jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku di şer de herî kêm 1 astsubay û polîsek hatine kuştin, 7 jê cendirme 10 kes birîndar bûne.

Li navçeya Şemizînan a Colemêrgê, seat di derdorê 22.00 li dijî midûriyeta emniyeta navçeyê çalakiyek hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de şerek dijwar qewimî.

Hat diyarkirin ku polîs û leşkeran rasterast herêmê gullebaran kirin. Li gor agahiyên Şaredarê Şemizînan Sedat Tore dane di dema şer de di garaja cendirmeyan de şewat derketiye.

Di encama gulebarana leşkeran de Osman Erbaş û Tayyar Gurelî yên di daweta li ber Şaredariya Şemizînan bûn jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiyên ne teqez, di encama şer de leşkerek û polîsek mirin. Her wih welatiyên bi navê Mesut Demir, Resul Çetin û Bilal Özer ên birîndar bûn rakirin Nexweşxaney Dewletê ya Şemizînan û Geverê.

Xizmek ê birîndaran diyar kir ku dema wî bihîst xizmê wî birîndar bûye, bezî çû nexweşxaneya Şemizînanê, lê li ber deriyê nexweşxaneyê polîsan li wî xistin.

ANF NEWS AGENCY