Li navenda Şirnexê şerekî dijwar destpê kir
A+
A-
NAVENDA NÛÇEYAN
Li navenda bajarê Şirnexê, hêzên dewleta Tirk bi maşînên zirxî û çekên giran danê sibehê êrîşî taxa Dîcle kirin. Ciwanên li ber bend û xendekan nobeda xweparastinê digirin jî, bersiv dan êrîşê. Şerê ji ber vê yekê derket, dewam dike. Li herêmê teqînên dijwar rû didin.
Bi destpêkirina êrîşan re li taxên Dîcle, Yenîmahalle, Cûmhûriyet, Yeşîlyûrt û Bahçelîevlerê gel dest bi çalakiya dengderxistinê kir.
Li seranserê bajêr elektrîk qut bûye.
Bêjeyên Miftehî li,navenda,şirnexê,şerekî,dijwar,destpê,kir