1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Li Nisêbîn û Cizîrê lehî rabû: Welatiyek jiyana xwe ji dest da
Li Nisêbîn û Cizîrê lehî rabû: Welatiyek jiyana xwe ji dest da,li,nisêbîn,û,cizîrê,lehî,rabû,welatiyek,jiyana,xwe,ji,dest,da

Li Nisêbîn û Cizîrê lehî rabû: Welatiyek jiyana xwe ji dest da

A+ A-

ÊRDÎN (DÎHA) - Li taxa Girêmîra ya Nisêbînê ji ber barana zêde lehî rabû gelek xanî zirar dîtin. Ji ber lehiyê riya Îpekê di bin avê de ma û rê li ber qezaya trafîkê vekir. Di encama qezayê de sajokarê TIR'ê jiyana xwe ji dest da. Her wiha li Cizîrê jî lehî rabû û gelek zirar û ziyan pêk hat.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê jî ji ber barîna baranê ya zêde ku ji duh êvarê ve dibarî li taxa Girêmîra lehî rabû. Ji ber ava qenalên DSÎ bi ser de çû riya Îpekê di bin avê de ma. Her wiha gele malên taxê jî di bin avê de man û zirarek madî pêk hat. Li ser rêya îpekê TIR û wesayîtekî tîcarî bi avê ve herikîn û qulipîn. Di encama qezayê ajokarê TIR'ê Seyîthan Aşkin (33) li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, 6 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar ji hêla ekîbên lêgerînê ve hatin xilaskirin. Piştî hewldaneke demdirêj cenazeyêAşkin ji cihê jiyana xwe ji dest da hat derxistin û rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Li Cizîrê jî lehî rabû

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji ber baranê lehî rabû û gelek xaniyên welatiyan zirar dît. Di seatên êvarê de li navçeyê bênavber baran barî û di encama baranê de boriyên qenalan tejî av bûn û avê da ser xaniyan. Li taxên Nûr, Cûdî û Sûrê gelek avahiyên welatiyan di bin avê de ma. Gelek amûr û alavên welatiyan ji ber avê zirar dîtin. Li hemû taxan welatî heta sibê ranezan û alîkarî dan malên ku di bin lehiyê de mane. Welatiyan bi şêwazeka hevpar bi sîtilan ava ji nava xaniyan derxistin. Her wiha kesên malên wan man di bin lehiyê de di malên cînaran de weke mêvan dimînin.

Her wiha ji ber lehiyê demek dirêj ceyrana navçeyê qut bû û rêya Cizîr û Şirnexê jî hate girtin. Lehiyê riya heta nêzikê gundê Misiriyê xira kir. Çûn û hatina gund rawestiyaye.

(bg-cno/ea/wk)