Li Nisêbînê kesên hatine binçavkirin
Di encama operasyonên polîsan de, ku îro li Nisêbînê girtin ser malên BDP'yiyan, gelek kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan Navenda Şêwirmendiya Gulşîlavê ya Nisêbînê, Şaredariyên nahiyeyan, 14 tasên Nisêbînê û 6 gundan bi serê sibehê re hatin bi ser de girtin.
Di encamê de gelek Hard Disk ên komputeran, telefon û nivîs hatin desteserkirin.
Hate ragihandin ku Serokê BDP'ê yê Navçeya Nisêbînê Ayten Kahraman, rêveber Ramazan Keskin, Celal Ata, endamên Şaredariya Nisêbînê Feryat Tepe, Suleyman Dogan, Abdullah Yilmaz, Şemsettin Daghan, rêveberên kevin ên BDP'ê Şemsettin Dinç, Abdurrahman Bahyan, rêveberê şaxa Kurdî Der a Nisêbînê Ibrahim Bilmeş, xebatkarên şaredariyê Birsen Tokay û civaknas Sadiye Aksoy, muxtarê taxa Yenişehir Şakir Acar, rêveberê kevin ê navçeyê Halil Dogan, mele Mehmet Yildiz, M. Nurî Işik, Aslan Çelik, Serokê BDP'ê yê Stilîlê Kemal Aytekin, Serokê BDP'ê yê Kertwênê Seyfettin Aydin hatin binçavkirin.
