Li Nisêbînê pêşangeha 'Vejîna Rengan'
MÊRDÎN (DÎHA) - Navenda Çandê ya Mîtanî ya ku dibin baneya Şaredariya Nisêbîn a Mêrdînê xebatên xwe yên çandî û hunerî dimeşîne, xwendekarên NÇM'ê yên kursa wêneyan pêşangeha bi navê "Vejina Rengan" pêşandan.
Navenda Çandê ya Mîtanî ya ku dibin baneya Şaredariya Nisêbîn a Mêrdînê xebatên xwe yên çandî û hunerî dimeşîne her ku diçe xebatên xwe berfirehtir dike. Navendê ku çend roj berê ji bo xwendekarên xwe yên kursiyer kursan dabû dest pê kirin fmkiyên xwe ji niha de da. Kursiyerên ku li navendê perwerdeya xêzkirina wêneyan fêr dibin pêşangeheke bi navê 'Vejîna Rengan' vekirin. Pêşangeha ku li navendê hat vekirin de Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Hevseroka BDP'a Nisêbînê Zînnet Algat û gelek xebatkarên navendê amade bûn. Di pêşangehê de 18 tabloyê wêneyan tê pêşandan. Hat diyarkirin ku dê pêşangeh heta 28'ê adarê vekirî bimîne.
(aw/my)
