1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Nisêbînê şerekî dijwar diqewime
Li Nisêbînê şerekî dijwar diqewime,li,nisêbînê,şerekî,dijwar,diqewime

Li Nisêbînê şerekî dijwar diqewime

Li Nisêbînê, ku "qedexeya derketina derve" di roja 41. de ye, şer giran e. Hêzên rejîma Tirk kargehên li navçeyê dişewitînin, xera dikin û bombeyan li taxên Abdulkadîrpaşa, Zeynelabîdîn û Kişla dibarînin

A+ A-

MÊRDÎN - ANF Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, berxwedana li hemberî terora dewleta Tirk di roja 41. de ye. Şerê ku duh bi şev dijwar bûn, heta ber destê sibehê dewam kir.

Çeteyên Qesrê duh tevahiya şevê gelek kargeh şewitandin. Yek ji cihên ji aliyê çeteyên Qesrê ve hat şewitandin Sûka Qaçaxçiyan bû. Ekîbên arkujiyê şewata li vir vemirandin, lê gelek kargehên li vê sûkê zerar dîtin.

Êrîşên li hemberî kargehên li navenda sûkê, ku şer lê kêm e, tevahiya şevê dewam kirin.

Bomberdûmana ku tevahiya şevê dewam kir, danê sibehê jî bi êrîşa li hemberî taxa Abdulkadîrpaşa dewam kir. Êrîş didomin.