1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Li NY ji bo jinên Şengalî konferans
Li NY ji bo jinên Şengalî konferans,li,ny,ji,bo,jinên,şengalî,konferans

Li NY ji bo jinên Şengalî konferans

A+ A-

CENEVRE - ANF Li Neteweyên Yekbûyî bi serenava, “Azadiya jinên Şengalê, azadiya mirovatiyê ye” konferansek hat lidarxistin.

Li Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevreyê bi serenava, “Azadiya jinên Şengalê, azadiya mirovatiyê ye” konferansek hat lidarxistin. Di konferansa ku duh di navbera 16:00-17:30’î de pêk hat, bi sponsoriya Buroya Aştiyê ya Jinan (CENÎ), Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî, Tevgera Jinên Kurd a Ewropa, Meclîsa Jinên Êzidî Bêrîvan û saziya jinan Femmes Solidaire ve hat lidarxistin.

Nûnera Meclîsa Jinên Êzidî Leyla Boran a moderatoriya konferansê kir, di axaftina xwe de behsa dîroka qirkirina jinan kir. Boran got ku qirkirina jinan sûcekî mirovatiyê ye.

Boran diyar kir ku qirkirin li ser esasê cins tê kirin û got: “Ez wek keçeke Kurd a Êzidî dixwazim qirkirina 73. êdî bi dawî bibe û bilez ji bo rizgarkirina jinên Şengalê em bikevin nav tevgerê.”

Nûnera Komeleya Hiqûqnasên Demokrat a Navneteweyî Barbara Spînellî jî bal kişand ku li hember qirkirina jinan divê têkoşîneke stratejîk û demdirêj bê meşandin. Spînellî di têkoşîna li hember hovîtiya li dijî jinan pêk tê behsa girîngiya avakirina komunan û ev gihandina asta gerdûnî kir.

Nûnera CENÎ Canan Polat jî da xuyakirin ku piştî dagirkirina Şengalê di pêşengiya CENÎ de kampanyaya bi navê azadiya jinên Şengalê azadiya mirovatiyê ye dane destpêkirin. Bi vê kampanyayê re delegasyon şandine Kurdistanê, amadekirina raporan, panel, semîner, civîn û konferansan li dar dixin.

Polat di serî rayedarên NY bang li saziyên jinan, rêxistinên civaka sîvîl kir û tevayî mirovatiyê kir ku di vê kampanyayê de cih bigirin.

Di encamnameya konferansê de biryar hat girtin ku ji bo kampanyaya azadiya jinên Şengalê azadiya mirovatiyê ye li tevayî welatan berdewam bike, semîner, panel û civînên xweser bên lidarxistin.

Her wiha biryara şandina delegasyonan ji bo Şengal û Rojava, ji bo rizgarkirina jinên Şengalî piştgiriya maddî û manewî, lidarxistina konferansan û avakirina komunan jî hat girtin.