1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Oremarê derba giran li artêşa Tirk hat xistin
Li Oremarê derba giran li artêşa Tirk hat xistin,li,oremarê,derba,giran,li,artêşa,tirk,hat,xistin

Li Oremarê derba giran li artêşa Tirk hat xistin

Gerîlayên HPG/YJA Starê, li hemberî leşkerên li herêma Oremarê çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de 8 leşker mirin û cenazeyên wan li herêmên di bin kontrola gerîla de ne, man

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên dawî yên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Artêşa Tirk a piştî derbên giran roja 13'ê Gulanê li Bakurê Kurdistanê xwar, bi balafirên şer bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê û gelek gundan barand."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ev bomberdûman yek ji bomberdûmanên herî giran ên artêşa Tirk e û der barê çalakiyên gerîla û şerê êrîşên dewleta Tirk de ev agahî hatin dayîn:

LI OREMARÊ 8 LEŞKER HATIN KUŞTIN, CENAZE LI HERÊMA DI BIN KONTROLA GERÎLA DE NE

"Roja 13'ê Gulanê saet di navbera 19:00-23:00 de li herêma Oremar a navçeya Colemêrg Geverê, artêşa TC hewl da xwe bigihîne girê Şehîd Gafûr. Roja 14'ê Gulanê (îro) saet di 06:00 de hêzên me yên gerîla bi çekên giran û ferdî li van leşkerên TC ên hewl dan xwe bigihînin herêmê dan. Di encama lêdana ji cihekî nêz de 8 leşker hatin kuştin. Cenazeyên 8 leşkeran li herêma di bin kontrola gerîlayên me de ne. Şer hînê dewam dike. Balafirên şer ên Tirk jî ji saet 09:00 û vir ve girê Şehîd Gafûr bombe dikin. Agahiyên nû li ser vî şerî bi dest bikeve, wê bi raya giştî re bê parvekirin.

Roja 13'ê Gulanê, hêzên me yên YJA Starê li hemberî leşkerên li qereqola Zeytê çend çalakiyên sûîqestê pêk anîn û di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, ji vê qereqolê bi obus, hawan û tankan herêma Mêrgê hat bombekirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrê Rohat Hêjar hatiye lidarxisitn.

ÇALAKIYA LI HEMBERÎ QEREQOLA MAMREŞ

13'ê Gulanê saet di navbera 08:30-09:00 de, qemyonek bi qasî 10 leşker tê de bûn, dema ji qereqola Mamreş a li navçeya Colemêrg Şemzînanê derket derve, gerîlayên me bi çekên giran û ferdî lê dan. Hejmara leşkerên di vê qemyonê de mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin. Qemyoneke din a ji qereqolê derket, leşkerên mirî û birîndar ji qemyona lê hat xistin, rakir. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt herêma Mêrgê.

LI DERSÎMÊ 2 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Roja 5'ê Gulanê saet di 16:30 de, dema yekîneyeke me ya gerîla li nêzî gundê Bûrmek ê Dersîmê diçû wezîfeya xwe, helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker li herêmê danîn û operasyonek hat destpêkirin. Di vê operasyonê de helîkoptera bi tîpa Kobra jî li herêmê xist. Di heman demê de, di navbera artêşa TC û hêzên me de şerekî dijwar qewimî. Di vî şerê heta nîvê şevê saet 01:00 qewimî de leşkerek hat kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. 2 gerîlayên me yên bi lehengî şer kirin, di vî şerî de gihîştin şehadetê. Kemînên artêşa Tirk ên li herêmê dewam kirin. Operasyon roja 6'ê Gulanê saet di 15:30 de qediya.

Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd ketine bi vî rengî ne:

Nasnav: Riza Yoldaş Nav paşnav: Mûrat Tekgoz Cihê ji dayikbûnê: - Navên dayik û bav: - Dem û cihê şehadetê: 5'ê Gulana 2016 / Dersîm

Nasnav: Sînan Yoldaş Nav paşnav: Haydar Argal Cihê ji dayikbûnê: - Navên dayik û bav: - Dem û cihê ji şehadetê: 5'ê Gulana 2016 / Dersîm

OPERASYON BÊ ENCAM MA

Roja 12'ê Gulanê saet di 06:00 de artêşa TC li derdora gundê Tilora yê ser bi navçeya Colemêrg Geverê operasyonek da destpêkirin. Operasyon heman rojê bi rengekî neserketî qediya.

LI FARQÎNÊ ÇALAKIYA LI HEMBERÎ LEŞKERÊN LI BER BENDAVÊ BÛN

Sibeha 13'ê Gulanê saet di 10:30 de gerîlayên me li hemberî yekîneyên dijmin ên ewlekariya bendava Farqînê dikirin, çalakiyek lidar xistin. Hejmara kuştî û birîndarên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin. Artêşa Tirk bi çekên A-4 û hawanan gule li derdora bendavê reşand.

ARTÊŞA TIRK A DERBÊ GIRAN DIXWE, BOMBEYAN LI HERÊMÊN GERÎLA DIBARÎNE

13'ê Gulanê saet di 11:30 de, balafirên şer ên artêşa TC geliyê Sergelê yê herêma Zapê û saet di navbera 14:00-18:00 de gundên Bokrîskan û Enzê yên li herêma Qendîlê bombe kirin.

Roja 13'ê Gulanê, balafirên şer saet di 12:30 de herêma Helîkopter tepes, saet di navbera 13:00-15:00 de herêma Kurê Mizgeftê, 14'ê Gulanê saet di navbera 02:00-03:00 de qada Berbizina bombe kirin.

Heman rojê saet di navbera 11:30-13:30 de balafirên şer bombe li qada Kanî Sarkê barandin.

12'ê Gulanê saet di navbera 06:00-08:00 û 13'ê Gulanê saet di navbera 04:00-04:30 de jî balafirên şer xeta sînor a li herêma Metîna bombe kirin."