1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Parîsê hunermend dikevin greva birçîbûnê
Li Parîsê hunermend dikevin greva birçîbûnê,li,parîsê,hunermend,dikevin,greva,birçîbûnê

Li Parîsê hunermend dikevin greva birçîbûnê

Parîs - Li paytexta Fransa Parîsê komekî ku xebatên çand û hunerê birêve dibin ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya li zindanan 2 rojan dest bi greva birçîbûnê dikin.

A+ A-

Çalakiya ku di 20-21’ê Cotmehê ji aliy Meclîsa Çand û Hunerê ya TEV-ÇAND ya li Parîsê bi slogan “Heya Rêbertî Azad bibe her demê huner û çalakî” li Navenda Çanda Mezopotamya ya li herêma Griny ya Parîsê tê pêkanîn. Meclisê da diyarkirin ku, ji bo piştgirî dayîna çalakiyên greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ku bi daxwaza pêkanîna şert û mercên ewlekarî, tenduristî û azadî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nasîna mafê zimanê zikmakî yê Kurdan dest bi grevê dikin.

Meclîsê bang li gel û hunermendên Kurd yên li Parîsê kir ku piştgiriyê bidin çalakiya wan.

ANF NEWS AGENCY