1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Peravên Antalya Teqîn Çêbû
Li Peravên Antalya Teqîn Çêbû,li,peravên,antalya,teqîn,çêbû

Li Peravên Antalya Teqîn Çêbû

A+ A-

ANTALYA - Li perava Konyaalti ya Antalyayê teqînek pêk hat.

Hat diyarkirin ku di encama teqînê de tu birîndar û mirî tune ne û bembeyeke deng hatiye teqandin. Wekî tê zanîn Teyrên Bazên Kurdistan (TAK) ragihandibû ku ew ê êdî di êrîşên herêmên turîstîk de tu sînoran nas nekin û dewlet hişyar kiribûn.

Li perava Konyaalti ya duyem 3 metroyan nêzî behrê saet di 12:00'an de teqînek çêbû. Li gor texmînan teqemeniya ku li bin sîwanekê hatibû bicihkirin li gor demê hatibû sazkirin. Piştî teqînê kevirên qûmê firiyan derdorê û 2 jinên ku dikirin têkevin deryayê ji destên xwe birîndar bûn.

Bi teqînê re li herêmê bi qasî metroyekê kortek çêbû û ambulans digel hêzên ewlekariyê çûn cihê bûyerê. Her du jinên birîndar li herêmê hatin dermankirin. Cîgirê Parêzgerê Antalyayê Mehmet Sayman jî da xuyakirin ku "giliyê teqîna tupê gazê gihaştiye wan. Tu kuştî tune ne û hêzên ewlekariyê li herêmê ne, tiştekî xeternak nîn e."