1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li pişt çeperan strana Berxwedana Cizîrê
Li pişt çeperan strana Berxwedana Cizîrê,li,pişt,çeperan,strana,berxwedana,cizîrê

Li pişt çeperan strana Berxwedana Cizîrê

A+ A-

BÎLAL GULDEM

MÊRDÎN (DÎHA) - Li Kurdistanê bi gurbûna şoreşa Bakûr, bi dehan hunermend û komên mûzîkê yên kurdan derketin holê. Van koman hem ji şoreşê moral girtin û hem jî bi stranên çêkirîn kedek mezin û hêz dan şoreşê. Ji van koman yek jî Koma Niştimanperwer e û strana komê ya bi navê 'Berxwedana Cizîrê' piştî salên 90'î niha bi berxwedana rêveberiyên cewherî cardin li ser zimanan e.

Li herêma Botanê gelek hunermendên di nav şoreşa Kurdistanê de cih digirin û bi awazê xwe têdikoşin hene. Li ser axa Botanê her tim stranên şoroşê û berxwedanê jî ji gel re bûne moral. Di serdema berxwedanên salên 1990’î de li axa Botanê koma herî bi nav û deng a bi navê Koma Niştîmanêperwer bûye. Ev kom gelek salan ji bo gel xebatên çand û hûnerê daye meşandin û gelek stran ango sirûdên berxwedan û şoreşê li pey xwe hiştine. Koma Niştîmanperwer, ji hûnermendên niha re bûye wek kaniya stranên kurdî û hûnermendên kurd ên girêdayî navendên çandê li bajar û navçeyên Botanê wek şagirtên wê tê nasîn.

Stran car din li ser zimanan e

Strana bi navê “Berxwedana Cizîrê” ya ku di salên 90’î de li ser berxwedana Nisêbîn û Cizîrê ji aliyê Koma Niştîmanperwer ve hatiye çêkirin, niha jî wekî çavkaniyek moralê ya têkoşînê ye. Bi xurtbûna berxwedana rêveberiyên cewherî, cardin stran ket ser zimanan. Strana “Berxwedana Cizîrê” bi vê boneyê ji aliyê Hunermendê Navenda Çandê ya Mem û Zinê Rêzanê Batû ve carek din hate tomarkirin û nûjenkirin. Li pişt çeperên berxwedanê li Nisêbîn, Silopî û Cizîrê ev stran bilind dibe.

‘Rûhê salên 90’î û yê niha wek hev e’

Hûnermend Rêzanê Batû derbarê nûjenkirina stranê de agahî dan. Batû destnîşan kir ku bi salane li ser gelê kurd êrîşên dagirkeriyê didomin û got ku êrîşên hêzên dewletê yên niha ku li ser berxwedana rêveberiyên cewherî pêk tên dişibîn êrîşên salên 1990’î. Batû anî ziman ku strana ‘Berxwedana Cizîrê’ di sala 1992’an de ji aliyê Koma Niştîmanperwer ve li ser berxwedana Cizîr û Nisêbînê hatiye çêkirin û got ku ev stran çawa rûhê berxwedana salên 90’î dide nîşandan, niha jî wê giyanê dide jiyandin.

'Ji ber zordariyan kom belav bû'

Têkildarî serencama endamên Koma Niştimanperwer jî Batû agahî dan. Batû da zanîn ku zordariyên mezin li ser komê hatine meşandin û ev tişt gotin: "Di bin êrîş û gefan de bûn. Ji bo wê piraniya komê derkevin ji derve. Niha li kû ne ez nizanim. Lê bi hunera xwe kedek mezin dan têkoşînê." Batû anî ziman ku taybetiyek vê komê ew e ku tu berhemên wan nehatine tomarkirin. Batû wiha domand: "Stranek wan 'Berxwedana Cizîrê' ye. Yek din a 'Şer e şer e şer e. Li çiya û zozan şer e' ye. Ev stran hêj di nav gel de tên gotin. Hind kom û kesan jî şîrovekirin e. Lê berhemên vê komên e. Gelek berhemên din ên wiha hene. Mixabin stranên komê nehatine tomarkirin. Ev windahiyek mezin e ji bo hunera kurd."

‘Komê bi stranan berxwedan geş dikir’

Batû da zanîn ku wî pêwîstî bi nûjenkirina vê stranê dîtiye û derbirî ku stranên bi vî awayî rûhê berxwedanê geş dike. Batû diyar kir ku Koma Niştîmanperwer di salên 90’î gelek stranên şoreşê û berxwedanê çêkirine. Batû daxuyand ku niha jî ew berhemên komê berhev dikin û nûjen dikin. Batû anî ziman ku Koma Niştîmanperwer di salên destpêka berxwedanên gel de bi stranên xwe rûhê berxwedan û şoreşêi bi gel da qebulkirin. Batu bi lêv kir ku ew jî wek şagirtên wê komê di roja me ya îro de rûhê stranên komê ji berxwedana gel re nûjen dike.

‘Hûner di 90’î de jî û îro jî qedexe ye’

Batû da zanîn ku di salên 1990’î de Koma Niştîmanperwer rastî gelek êrîş û zordariyê dewletê hat û got ku niha jî bi van qedexeyên derketina kolanan ew jî bin êrîşên dewletê de ne. Batû bilêv kir ku ev qedexeyên li ser axa Botanê li pêşiya karê çand û hûnerê gelek bûye asteng û got ku heta ev êrîş hebin dê ew jî bi hûnera şoreşgerî li cem gelê xwe cih bigirin û berxwedana gel bi stranan bînin ziman.

(eb)