1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ‘Li pişt êrîşên Kobanê û Efrînê hêzên herêmî hene’
‘Li pişt êrîşên Kobanê û Efrînê hêzên herêmî hene’,li,pişt,êrîşên,kobanê,û,efrînê,hêzên,herêmî,hene

‘Li pişt êrîşên Kobanê û Efrînê hêzên herêmî hene’

Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê Ebdo Îbrahîm: Li pişt êrîşa êrîşa dawî ya li ser Kobanê hêzên herêmê yên wekî Tirkiye, Suriye û Îran hene

A+ A-

ANHA - EFRÎN – Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê Ebdo Îbrahîm da zanîn li pişt êrîşa êrîşa dawî ya li ser Kobanê ku di ser Tirkiyê re pêk hat û êrîşa balafirên rêjîma Sûriyê ya li ser gundên Efrînêk hêzên herêmê yên wekî Tirkiye, Suriye û Îran hene. Îbrahîm got ku ev ne tesadufîye û ev hêz dixwaze planên xwe pêk bînin.

Serokê Desteya Parastinê ya Herêma Xeser a Efrînê Ebdo Îbrahîm derbarê êrîşên dawî yên li ser Kobanê û êrîşên balafirên rêjîmê yên li ser gunên Efrînê de ji ANHA'yê re axivî. Îbrahîm da zanîn ku hêzên wekî Tirkiye, Suriye û Îran dixwazin îradeya kurdan têk bibin, lewre her yek ji wan di nava planan de ye.

‘Rejîma Suriyê li Efrînê ket pey lîstikan’

Îbrahîm bal kişand ku li herêma Efrînê rejîma Suriyê êrîş pêk anîne û wiha pêde çû: “Bi fermana wan Cebhat El-Nusra li dijî bajarokên Nubol û Zehrai êrîş pêş xistin û îdîa kirin ku şerên dijwar di nava rêjîmê û El-Nusra de derketine. Bi vê jî dixwazin Efrînê têxin nava şerekî.''

Îbrahîm, destnîşan kir ku kurd neketine vê xefka hanê, lewre piştî têkçûnan van planan rêjîmê gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê bombebaran kirin. Îbrahîm destnîşan kir ku rejimê bi vî rengî peyam daye kurdan û wiha dom kir: ''El-Nusra di ser hêzên rêjîmê re hatin nêzî Efrînê û êrîşî Nubol û Zehrai kirin, balafirên rêjîmê wê demê li ku bûn û çima çekdarên El-Nusra bombebaran nekirin? Ev nîşana herî ber çav a têkiliya di navbera rêjîmê û El-Nusra de ye. Wan nas kir ku bi çeteyan nikarin hêza me bişikînin, lewre bi xwe êrîş dikin.''

Êrîşa dawî ya Kobanê di ser Tirkiyê re pêk hat’

Îbrahîm bal kişand ku êrîşa dawî ya çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê jî di vê demê pêk hatiye û li pişt êrîşên li ser deriyê sînor ê Kobanê îstixbarata Tirkiyê heye û got, “Eşkere û li ber çavê cîhanê di ser Tirkiyê re êrîşî deriyê sînor kirin.Her tişt zelal e.”

'Ev te tesaduf e’

Îbrahîm, derberî ku daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê Rojava de ji bo herêmê tehdîdin û ev tişt anîn ziman: “Dema Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdog got ‘niha Kobanê, piştre Hesekê û Efrîn wê bikevin’, me amadekariyên xwe hîn zêdetir kirin.”

Ebdo Îbrahîm, destnîşan kir ku li derdora Hesekê jî tevgereke çeteyan heye û wiha pê de çû: ''Ev ne tesadufe, hersê rêjîmên dagirker plan kirine. Dîtin ku hêzên YPG/YPJ'ê û hêzên piştgiriya wan dikin li Kobanê biser ketin. Ew naxwazin Kobanê biserkeve. Vê carê hêzeke mezin dan çeteyan û sînorê xwe ji wan re vekirin. Plan eşkere ye.”

‘Me amadekariyên xwe kirine’

Îbrahîm anî ziman ku wan di hemû astan de amadekariyên xwe kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev êrîşa wan a dawi ye, teqez wê berxwedana Kobanê biser bikeve. Dema Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan banga seferberiyê kir, me jî xwe li gorî rewşa şer amade kir, Tevî ku tiştek li Efrînê nîn e jî me di asta herî jor de amadekariyên xwe kirine û gelê me jî amade ye. Bila cîhan bizane ku gelê Efrînê û çiyayên wê mertalin û tu kes wê nikaribe nêzî nirxên gelê me bibin.''

Banga tevlîbûna parastinê

Îbrahîm, bang li ciwanan kir ku tevlî parstina herêmê bibin û xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Îbrahîm axaftina xwe wiha bi dawî kir: ''Civînên me yên di çarçoveya erka xweparastinê de berdewam in. Divê gelê me di hemû şert û mercan de amade be ku xetên dawî bigirin da ku YPG pêş ve here û nehêlin êrîşkar nêzî herêmên me bibin.''

DILYAR CEZÎRÎ

(aq)