Li qada berxwedanê serkeftina Agirî û Norşînê hate pîrozkirin
2 Pûşper AMED (DÎHA) - Li navçeya Lîceyê ya Amedê welatiyên bi rojane li dijî çêkirina qereqol, qeleqol û polîtîkayên hikûmetê yên li dijî pêvajoyê berxwe didin, serkeftina Agirî û Norşînê yên hilbijartinê bi govendê pîroz kirin.
Li herêma Cîllîk a navçeya Lîceyê ya Amedê berxwedanan welatiyan a li dijî çêkirina qereqol, qeleqol û polîtîkayên hikûmetê yên li dijî pêvajoyê 9 rojin berdewam dike. Ligel hemû mudaxeleyên leşkeran welatiyan dest ji berxwedana xwe bernedan û welatiyan şevê din serkeftina BDP'ê ya li Agirî û Norşînê pîroz kirin. Piştî sindoqên hilbijartinê hatin hijmartin û BDP pêşiyê xuya dikir welatiyan kefxweşiya xwe bi teqandina fîşekên hewayî nîşan da. Welatiyan li qadê slogana "Bijî Serok Apo" berz kirin. Piştî serkeftina BDP'ê ya Agirî û Norşînê mîsoger bû welatiyan heya dereng şevê govend girtin û serkeftin pîzor kirin.
(bd)
