1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Li Qamişlo 7 Kes Birîndar Bûn
Li Qamişlo 7 Kes Birîndar Bûn,li,qamişlo,7,kes,birîndar,bûn

Li Qamişlo 7 Kes Birîndar Bûn

A+ A-

Qamişlo - Hêzên rejîma Sûriyeyê, li Qamişloyê bi bombeyên gazê êrişê çalakiya ji bo bîranîna Komkujiya Qamişloyê ya di 12’ê Adara 2004 de pêk hat û di encamê de bi dehan kes hate kuştin, kirin. Hate diyarkirin ku çekên rast jî hatine karanîn û di encamê de hejmara birîndaran gehişt 7’ê û pevçûn berdewam dike. Hate ragihandin ku hêzên rejîmê derabeyên dikanên Kurdan dişkînin.

Îro li seranserê Rojavayê Kurdistanê cangoriyên serhildana 12'ê Adara sala 2004'an tên bîranîn. Bi hezaran kes li bajarên Qamişlo, Dêrika Hemko, Dirbêsiyê, Efrîn, Koban û Helebê li qadan komkujiyê protesto dikin. Li gorî agahiyên dawî agahiyên dawî, li Taxa Qudûrbeg a Qamişloyê hêzên rêjîma Baas bi çek êrîşî girseya gel kirin 7 kes birîndar bûn. Pevçûna li bajêr berdewam dike.

Êrişa bi bombeyên gazê ya li ser xwepêşadana li Qamişloyê berdewam dike. Li taxên Hilêliyê û Enteriyê jî, hêzên rêjîmê êrîşî Kurdan dikin. Bi deh hezaran kesên tevlî xwepêşandanan bûneber bi goristana Qudûrbeg ve dimeşin. Hate diyarkirin ku çekên rast jî hatine karanîn û di encamê de herî kêm 7 kes birîndar in û pevçûn berdewam dike. Hate ragihandin ku hêzên rejîmê derabeyên dikanên Kurdan dişkînin.Her wiha, komkujî li Dêrika Hemko, Dirbêsiyê, Efrîn, Koban û Helebê û hemû bajar û navçeyên Rojavayê ji aliyê dehezaran ve tê protestokirin û protesto berdewam dikin.

KOMKUJIYA QAMIŞLOYÊ

Komkujiya yek ji komkujiyên herî mezin ên li Rojavayê Kurdistanê 12’ê Adara 2004 li Qamişloyê pêk hat. Di şerê piştî maça futbolê çêbûyî de herî kêm 36 Kurd hatin kuştin û bi dehan kes birindar bûn, bi sedan kes jî hatin binçavkirin. Esad li dijî Kurdan çek da eşîrên Ereban û ji ber tirsa serhildana Kurdan rejîma Esad zextên li ser Kurdan şidand û bi hezaran kes hatin girtin.