1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Li Qamişlo Peykerê Nemirên Navnetewî
Li Qamişlo Peykerê Nemirên Navnetewî,li,qamişlo,peykerê,nemirên,navnetewî

Li Qamişlo Peykerê Nemirên Navnetewî

Welatiyên Qamişlo û şervanên enternasyonalîst peykerê  tekoşerên enternasyonalîst ên di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane bi cih kirin û navê çerxeriya peyker lê hat bi cih kirin, kirin çerxeriya şehîdên enternasyonalîst.

A+ A-

QAMIŞLO – Welatiyên Qamişlo û şervanên enternasyonalîst peykerê  tekoşerên enternasyonalîst ên di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane bi cih kirin û navê çerxeriya peyker lê hat bi cih kirin, kirin çerxeriya şehîdên enternasyonalîst.

Desteya Karûbarên Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê di meha îlona 2015`an de li Çerxereya Garac a li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo dest bi xebatên çêkirina peykerê tekoşerên enternasyonalîst ên di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane, kir.

Piştî xebata ku derdora 9 mehan dom kir, welatiyên Qamişlo, nûnerên Rêveberiya Xwesriya Demokratîk û şervanên enternasyonalîst bi merasîmekê peykerê tekoşerên anternasyonalîst danîn.

Peykerê tekoşerên enternasyonalîst  ji sêgoşekî bi bilindiya 13m û ferehiya 8m ku li ser wê ala  YPG/YPJ`ê û wêneyên 20 tekoşerên enternasyonalîst ên li cih û demên duda di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane, hatiye neqeşandin, pêk tê.

Navên 20 tekoşerên ku wêneyên wan li ser peyker hatine neqişandin wiha ne: “ Alî Şêr, Arêl, Gelhat, Ekîn Îynama , Ewleş Kabar, Sebrî Necat, Avaşîn, Rojava, Bagok, Ristem, Kemal, Bagok, Tekoşer, Komonîst, Pirsûs, Sibhî, Alkan, Mizlûm û Sariya.“

Merasîma bicihkirina peyker, bi beşdariya sedan welatiyên Qamişlo, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Abdilkerîm Sarûxan û Cîgirê wî Hisên Ezam, Hevsrokê Desteya Têkiliyên Derve Abdilkerîm Umer,Hevseroka Desteya Jin Emîne Omer, Hevserokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo, nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), şervanên YPG/YPJ`ê û tabûra şervanên  enternasyonalîst hat lidarxistin.

Di merasîmê de Hevseroka Desteya Karûberên Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Fatima Tahir axivî û diyarkir ku wan ji bo bîranîn û  dilsoziya bi tekoşerên ku ji hemû cîhanê berê xwe dan Rojava û li kêleka YPG/YPj`ê li hember dijminên mirovahiyê çeteyên DAIŞ`ê şer kirin, ev peyker danîn.

Bavê tekoşer Sibhî Necat (Paramez Kizilbaş) ê ku di 5`ê cotmeha  2014`an di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, ji bajarê Istenbol a Tirkiye hat û beşdarî merasîma bicih pekerê tekoşerên enternasyonalîst bû.

Bavê tekoşer Parzmez Kizilbaş di merasîmê de bi zimanê tirkî axivî û got: “ Tevahî ewladên Rojava ewladên min in.Ew niha bi hemû hêz û derftên xwe ji bo azadiyê li hember hêzên tarî li ber xwe didin.Ez bang li tevahî gelê kurd dikim ku li hember lîstokên AKP`ê û PDK`ê yekîtiya xwe xurt bikin û herdem li hember siyastên li dijî şoreşên Rojava û destkeftiyên mezin  ku bi saya xwîna tekoşeran hatine bi dest xisitn,   di nava serferberiyê de bin.

Piştre Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Abdilkerîm Saroxan peyamên sersxiyê pêşkêşî malbatên tekoşerên enternasyonalîst kir û destnîşankir ku şoreşa Rojava dikaribû yekîtiya gelan ava bike.

Her wiha di merasîmê de Şervanê  Tabûra Şervanên Enternasyonalîst Sîpan Gabar ê ji Çînê beşdarî Şoreşa Rojava bûye, axivî û diyarkir ku ew bi  bi gelê Rojava û şoreşa wê ya dîrokîû ku li tevahî cîhanê deng vedaye, serbilind e.

Sîpan Gabar dazanîn ku wî bi beşdariya nava refên YPG`ê wateya jiyan û berxwedanê nas kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Bi beşdariya nava refên YPG`ê ez gihiştim, azadiya xwe ya ku ez ji zarokatiya xwe ve lê digeriyam.Ez ti carî bi hatina xwe ya li vir û beşdarbûna şoreşa Rojava poşman nabim.”

Piştre berdevêkê Saziya Piştgirtî û Biratiya Gelan Şoreş Amed û Hevserokê Komîteya Têkiliyan a Kantona Cizîrê Ebdilselam Ehmed axivî û ji bo danîna peyker spasiya Desteya Karûberên Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê kir.

ANHA